Tuesday, December 22, 2009

Ji bo perwerdeya kurdî ders boykot kirin


22/12/2009

Li Colemêrg û Wanê xwendekaran bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina DTP'ê û daxwaza zimanê zikmakî, dibistan boykot kirin û neketin dersan. Li Êlihê jî bi heman armancê xwendekaran xwest 'Sondxwarin'a li dibistanan bê rakirin.
Li Êlihê bi armanca şermerazkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ders boykot kirin û neçûn dibistanan. Bi sedan xwendekarên li Dibistana Yavuzselîm û ÎMKB'ê li hev civîyan, dowîzên "Bijî zimanê Kurdî", "Zimanê me heviyame ye", "Zorakên girti bila bên berdan", "Êdi bes e red û inkar", "Em sonda tirkî naxwazin derewan nakin", "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî aşti" bilind kirin. Xwendekaran dirûşmeyên "Bêyî ziman jiyan nabe", "Em zimanê xwe dixwazin" berz kirin û strana "Zimanê Kurdî" strîn. Weliyên xwendekaran û rêveberên KURDÎ-DER'ê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Bi sedan xwendekarên li ber Dibistana Seretayî ya ÎMKB li hev kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Xwendekara Lîseya Ataturk Rafîye Turkan, daxuyanî xwend. Turkan, diyar kir ku edê ew her tiştî zanin û dibînin û xwest êdî mafê kurdan neyê binpêkirin. Turkan, anî ziman ku zimanê wan ê zikmakî qedeye û xwest ew jî wekî neteweyên cîhanê karibin bi awayekî fermî perwedehiya bi zimane zikmakî bibînin.Turkan, bal kişand ser sondxwariya li dibistann û wiha got: "Em diçin dibistanê her roj bi zimanê tirkî sond dixwin. He hînî derewan dikin. Dibêjin xwe înkar bikin. Dibêjin bibêjin 'Ez tirkim, rastim zane me' Lê em ne tirkin."

BILA SONDXWARIN NEBE
Li ber Dibistana Seretayî ya Yavuzselîm jî bi sedan xwendekar li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Zeynep Çetîn, daxuyanî xwend û xwest êdî li dibistana xwendina 'Sondxwarin' rabe. Çetîn, anî ziman ku bi vê sondê xwendekaran asîmîle dikin û xwesd dawî li vê polîtîkayê bê. Çetîn, da zanîn ku ew dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û zimanê wan bibe zimanê fermî.

BOYKOT PÊK HAT
Li Colemêrg, navçeyên Gever, Şemzînan û Bajarê Wanê jî xwendekaran bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtina DTP'ê û daxwaza zimanê zikmanî, dibibstan boykot kirin. Ji ber boykotkirinê gelek pol vala man û ders nehatin kirin. Li Colemêrgê û navçeyên wê ji sedî 60 ders nehatin dîtin. Her wiha li navçeyan ewlehiyek fireh hate girtin. 
Her wiha li gelek bajar û navçeyên din ên bakurê Kurdistanê zarok duh neçûn dibistanan û girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û girtina DTP’ê protesto kir. WAN / COLEMÊRG / ÊLIH

Li zanîngehan boykot
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU), bi armanca balkişandina ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên girtîgehê, şermezarkirina girtan DTP'ê û daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî, ders boykot kirin. Bi sedan xwendekar piştî saetên sibê li rawestgeha Kampûsê hatin cem hev û dirûşmeyên "Pêkutî me bêzar nakin", "Bi berxwedanê em qezec dikin", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Xwendekaran ku li ber dawul û zirneyê govenda geranadin û neketin dersan. Li kampûsê cendirmeyan tedbîrên berfireh girtin û li gelek nokteyan nasname kontrol kirin. Her wiha li zanîngehên Mugla û Eskîşehîrê jî xwendevanên kurd ders boykot kirin. WAN

Li Pîranê dikan venekirin
Li navçeya Pîranê ya Amedê esnafan bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan û girtina DTP'ê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Şevtira din komek ciwan, li Qada Çeşme ya navçeya Pîranê li hev kom bûn, agir pêxistin û ji bo girêdana xwe ya bi Ocalan bînin ziman dirûşme berz kirin. Ciwanên ku agir pêxistin û li dîwaran nivîs nivîsandin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ciwanan di çalakiyê de bang li esnaf û xwendekaran kirin û xwestin bi armanca şermezarkirina şert û mercên Ocalan neçin kar û dibistanê. Li ser vê yekê serê sibê li navçeya Pîranê esnafan dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Li navçeyê polîsan ewlehiyên fireh girtin. Her wiha gelek xwendekar neçûn dibistanê. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment