Thursday, December 31, 2009

‘Pêşlêvekirina’ AKP’ê heta vê derê!

31/12/2009

ABUZER TORBALI - BRUKSEL
Mamostayê Zanîngeha Teknîk û Zanist a Tennessee Profesor Michael Gunter, destnîşan kir ku bi biryara Dadgeha Makeqanûnê ya girtina DTP’ê planên desthilatdariya AKP’ê yên 'pêşlêvekirina ê' têk çûn.
Profesor Michael Gunter, da zanîn ku girtina DTP’ê, darbeyek mezin li pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê da û Ji encama girtina DTP’ê ne gelê kurd, wê Tirkiye zirareke mezin bibîne. Gunter vegot ku girtina DTP’ê, van gotinên fransiyan ku ji bo Burbonan bi kar anîn tîne bîra mirov: "Wan tiştek fêm nekiriye, tiştek jî, ji bîr nekirine." Tirkan ji çareseriya pirsa kurd tiştek fêm nekirin, û tirsa xwe ya ji ber kurdan jî ji bîr nakin.

KURD ÊŞAND IN
Michael Gunter destnîşan kir ku girtina DTP’ê dê bandoreke neyînî li têkiliyên Tirkiyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê jî bike. Li ser vê jî da zanîn ku her çiqas wî hêviyên çareseriya pirsgirêka kurd winda nekiribin jî. Pêvajo ber bi xerabiyeke tevlihev ve hat dafdan. Lê desthilatdariya AKP’ê, mecbûr e vê pirsgirêkê çareser bike, naxwe, ew ê ziyanan bibîne.

CIHÊTIYA WAN NEMA
Profesor Michael Gunter, helwesta serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî, bi van gotinên manîdar anî ziman: “Kes nikare bêje ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ji sedî sed çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze. Lê, cihêtiya Erdogan ji desthialdariyên beriya xwe ew reformên dane destpêkirin in û pêwist e dawiya wan bîne. Bi parçeyên biçûk reform çênabin û çareserî jî çênabe. Eger ev rewş bidomîne, cûdatiya Erdogan a ji yên beriya wî jî namîne.”

A GIRÎNG BÎZAVA KURD E
Michael Gunter, siyasetên klasîk û redkirina gelê kurd jî rexne kir û wiha pê de çû: “Siyasetên Tirkiyeyê yên klasîk sûdê nadin Tirkiyeyê.” Gunter destnîşan kir ku gelê kurd duh hebû, îro jî heye, sibe jî wê hebe. Baş tê zanîn ku berî DTP’e jî gelek partiyên kurdan hatin girtin. Lê bîzava kurd dewam kir. Piştî girtina DTPe jî dewam bike. Gunter ji bo artêşa Tirk jî da zanîn ku artêşa Tirk aktor e. Lê aliyê din ku li dijî artêşê şer dike jî aktor e. Gunter ji ber vê jî aşkera kir ku tu mafê artêşa Tirkiyeyê ya îlankirina çareserkirina pirsgirêka kurd nîn e.

AKTOR JI HOLÊ RAKIRIN
Mamosteyê Zanîngeha Tanessee Profesor Michael Gunter got ku, Yektiya Ewropayê ji bo Tirkiye bibe endam li bendê ye Tirkiye reforman pêk bîne û pirsa kurd çareser bike. Gunter vedibêje ku ev pêk nehat tişta ku hat kirin partiya siyasî DTP ku dikaribû bibe aktorê çareseriya pirsgirêka kurd hat girtin. Vegot ku ev yek, ne li gorî krîterên Kopenhagê ne û derfetên çareseriya demokratîk jî asteng kirin.

HEVSENGA ÇARESERIYÊ
Michael Gunter, siyaseta Amerîka, di çarçoveya denge û berjewendiyên Rojhilata Navîn de nirxand. Di vê nirxandinê de jî aşkera kir ku helwesta Qesra Spî ya li li hemberî kurdan ne negatîf e. Lê berjewendiyên xwe li ber çavan digire. Aktorên li Rojhilata Navîn tirk û ereb bandorê li biryarên Amerîkayê dikin. Ev jî hevsengekê derdixe holê. Lê pêwist e Amerîka ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê ber bi aliyên pozîtîf de daf bide. Li gorî Gunter heke Amerîka Tirkiyeyê rasterast tasfiye bike dibe ku ev bandoreke neyînî derxe holê û dibe ku ev ji bo kurdan jî bibe sedemê hin talûkeyan. Gunter vedibire ku Amerîka dixwaze bi riyên dîplomatîk bandorê li Tirkiyeyê bike.
Mamostayê Zanîngeha Tanessee Profesor Michael Gunter, destnîşan kir ku rewşa kurdan îro, ji berî 10 salan gelekî baştir e û ji kurdan xwest ku kurd ji vê rewşa erênî baş sûdê wergirin û ji bo çareseriya kurd baş binirxînin. ANF

No comments:

Post a Comment