Wednesday, December 23, 2009

Kampanyayeke watedar


23/12/2009

Dostên kurdan yên Korsikayî, di bin navê "Ji bo hevkariya gelê kurd" kampanyayek da destpêkirin û destnîşan kirin ku ew ê, imzeyan ji serokatiya Parlamena Yekîtiya Ewropayê re bişînin. 
Korsikayiyan ji bo destpêkirina kampanya îmzeyan, peyamek amade kir û diyar kirin ku  25 milyon kurdên di nava sînorên Tirkiyeyê de ji mafên kulturî, ziman, perwerdehî, mafên rêxistinî, siyasî  û erêniya nasnameya xwe bêpar in. Kurd dixwazin ku di nava sînorên Tirkiyeyê de, otonomiya demokratîk û di nava wekheviya biratî û hevreyiya bi tirkan re bijîn. 

HELWESTA FAŞÎZANE 
Korsîkî destnîşan dikin ku ev daxwazên kurdan bi zordestiya esker û polîs, bi rengekî faşîzane  tên perçiqandin.
Komîteya amadekar ya kampnayê da zanîn ku 3 hezar gundên kurdan hatine wêrankirin, 4 milyon kurd jî hatine koçberkirin û vê pirsê dikin: “Çawa çêdibe ku cîhan bêdeng dimîne û mafê xwe parastinê rewa nayê dîtin?”  
Komîteya Amadekar a Kampanya Îmzeyan diyar dike ku Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan daxwaz dike ku pirsgirêka kurd di çarçoveya demokratîk de û bi riyên aştiyane were çareserkirin. Lê ji sedema ku dewletên ewropî çekan difiroşin Tirkiyeyê,  PKK di lîsteya terorê de bi cih kirine.

EWROPA JÎ HEVKAR E
Komîteya amadekar dipirse, "ka terora kurdan li ku ye?" û dibêje: Mixabin dewleta tirk, daxwazên herî maqûl ên gelê kurd bi operasyonên eskerî û polîsî têk dibe, dewletên ewropa jî, êrîşî Komeleyên Kurdan dikin û rêvebirên kurd digirin.
Daxwazên Komîteya amadekar a kampanya imzeyan wiha rêz dikin.   
- Pêwist e dewletên ewropa siyaseta xwe ya li dijî kurdan û saziyên kurdan ên li Ewropayê biguherin. 
- Pêwist e mafên kurdan ên siyasî û nasnameya kurdan werin erêkirin. 
- Pêwist e PKK ji lîsteya terorê were derxistin û wek Rêxistina Têkoşer a Gelê Kurd were binavkirin. 
- Pêwist e Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan. 
- Pêwist e dewletên Ewropayê destekê bidin çareseriya demokratîk û aştiyane. 
Kampanya li ser vê navnîşanê 
tê meşandin:  http://www.petitionduweb.com/Soutien_au_peuple_Kurde-5656.html NAPOLÎ

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment