Saturday, December 26, 2009

KOMKUJIYA SIYASÎ YE

26/12/2009

Li dijî gelê kurd di warê siyasî de komkujiyeke siyasî pêk tê. Ji 29’ê Adarê heta niha zêdetirî 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. Ji aliyê derdorên kurd ve weke komkujiya siyasî ve hate nirxandin. Hate daxuyandin ku li hemberî vê rewşê gelê kurd dê li rûmeta xwe û nûnerên xwe xwedî derkeve.

‘SIYASETA KURD TUNE DIKIN’
Serokatiya KONGRA GEL dewleta tirk bi tundî rexne kir û wiha got: “Di bin navê çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkaya ku tê meşandin, ji bo tasfiyekirina îradeya siyaseta kurd e. Dewleta tirk hewl dide ku siyaseta kurd tune bike. Bi van polîtîkayan tê xwestin ku gelê kurd teslîm bibe û riyên şer vebin. Lê em dibêjin ev ne mimkûn e. Polîtîkayên dewleta tirk ên îmha û înkarê weke heta îro dê dîsa bê encam bimîne... nûçeyê bixwîne...

ÇELÎK: EM JÎ HEMAN SÛCÎ DIKIN
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Demîr Çelîk bi bîr xist ku operasyon bi saetan piştî rozetgirtinê ya şaredarên wan de pêk hatiye û got, ev rewşeke manîdar e. Çelîk diyar kir ku li hemberî polîtîkayên bi armanca çewisandina gelê kurd tên meşandin dê israra xwe ya çareseriyê bidomînin. Çelîk, got ku ew tawambariya li hevalên wan hatiye kirin qebûl dikin û hevalên wan çi sûc kiribe ew jî heman sûcî dikin...nûçeyê bixwîne...

KAMPANYAYA BIBE ENDAMÊ BDP’Ê
Rewşenbîr, nivîskar û hunermendan bi armanca piştgiriya gelê kurd kampanyaya, "Bibe endamê BDP'ê" dan destpêkirin. Rêvebera kampanyayê Eren Keskîn diyar kir ku dewleta mîlîtarîst a tirk qada demokratîk ji kurdan re qedexe dike û wiha got: "Zordariyên îro li hevalên me dikin tê wateya gotina 'Ji qada demokratîk derkevin'. Hingê bila me tevan wekî PKK'iyan îlan bikin. Lazim e hemû kesên xwedî wijdan li cem kurdan cih bigirin...nûçeyê bixwîne...

Bi îdiayên balkêş têne tawanbarkirin
Di operasyona li dijî BDP’ê de ji kesên hatibûn binçavkirin jê 41 kes derxistin Dadgeha Amedê. 41 kesên ji aliyê 6 dozgerên bi rayeya taybet îfadeyên wan girtin, bi gunehbariya "Di Rêveberiya Meclîsa Tirkiyeyê ya KCK'e de cih digirin" têne tawanbarkirin...nûçeyê bixwîne...

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment