Tuesday, December 22, 2009

CPT': AMADEKARIYÊN ME HENE EM BIÇIN ÎMRALIYÊ

CPT': AMADEKARIYÊN ME HENE EM BIÇIN ÎMRALIYÊ

Piştî çalakiya rûniştinê ya ku li pêşiya avahiya navendî ya CPTyê ji bo ku balê bikşînin ser êşkenceya li Îmraliyê 8 rojan dewam kir, Komîteya Çalakiyan a Êdî Bes e bi rayedarên CPT'yê re rûniştin.

Di hevdîtinê de çalakgeran armanca çalakiya xwe û sedema bi dawîkirina çalakiyê jî weha vegot:

Rayedarên CPTyê nîşaneyên erênî dan ku ew ê biçin girava Îmraliyê û şert û mercên Ocalan têde girtî lêbikolin. ... Ocalan jî der barê çalakiyan de daxuyaniyek da. Çalakî gihîşte armanca xwe, hestiyariya pêwîst pêk hat.

Komîteyê ji rayedarên CPTyê xwest demek ji ya din zûtyir heyetekê bişîne Îmraliyê da ku  şert û mercên Ocalan li cih tesbît bike.

Rayedarê CPTyê jî gotiye, ew ji bo çûna Îmraliyê amadekariyan dikin û ewê di demeke nêz de biçinê.

Rayedarê CPTyê wekî din daye zanîn ku ewê bi parêzerên Ocalan re jî têkevin nav danûstandinan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment