Monday, December 28, 2009

Li Baydemîr ji xala 301'an lêpirsîn hate vekirin

Li Baydemîr ji xala 301'an lêpirsîn hate vekirin
Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de, bi îdîaya "çêrî" kirine ji xala 301'an a TCK'ê lêpirsîn hate vekirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, piştî operasyona li dijî BDP'ê ku li 10 bajaran hevdem pêk hatibû û di encamê de zêdetirî 80 siyasetmedarên kurd û şareder jî di nav de hatibûn binçavkirin, li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê daxuyanî dabû çapameniyê. Bi hinceta Baydemîr di daxuyaniyê de 'çêr' kiriye ji xala 301'an a TKC'ê lêpirsîn hate vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê, derbarê Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr bi hinceta di daxuyaniyê de "Gotinên çêrî" kiriye lêpirsîn da dest pê kirin. Hate zanîn ku Serdozger ji ber xala 301'an a TCK'ê ya ''Bi çûkxistina sazî û dezgehên dewletê, komarê û tirkîtiyê'' lêpirsîn daye dest pê kirin. Ger piştî lêpirsînê doz bê vekirin, Baydemîr dê bi cezayê heta 3 salan bê darizandin.

Baydemîr di axaftina xwe de ev tişt gotibûn: Wezîrê Karên Hundir, gotibû di demek nêz de dê hewldanên çareseriyê bikevin jiyanê. Di dîroka Komarê de yekem car hewldana çareseriyê hate nîqaşkirin. Hîna di ser de mehek derbas nebû, DTP hete tasfiyekirin. Parlementeriya wan hate betalkirin. Li gel hemû tiştî bi hêviya perçeyek demokrasiyê em vegeriyan sîne-î Meclîsê. Em wekî 98 şaredar û 10 Serokê Meclîsa Gişîtî yên bajaran, em derbasî israra siyeseta demokratîk BDP'ê bûn. Lê piştre 16 şaredar jî di nav de zêdetirî 80 hilbijarityên me hatin binçavkirin. Hîna me dûh parvekir ku meşê hêviyê. Ez lêborî ji gel dixwazim, ez bang li Serokwezîr û hikûmetê dikim; kîjan şaxê dara berûyê di ku dera wan re rabûye? Me wekî baz û kevekon ji hev cûda nekin 'has...tîr' in. Baş zanibin ku hûn dê kurdekî ku xiyanetê li xwe bike nebînin. Şeyh Saît, Seyîd Riza rastî xiyanetê hatin, lê êdî vê xiyanetê hûn dê nebînin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment