Monday, December 28, 2009

Li dijî operasyona BDP'ê gilî û bertek

28/12/2009

AMED - Parêzerên Baroya Amedê, di derheqê Dozgeriya Komarê û nûnerên Miduriyeta Polîsan a Amedê de ji ber operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 şaredar û siyasedmedaran îtîraz kirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku dimenên derketin holê dema OHAL'ê xirabtirin.

Bertekê li dijî operasyana li hemberî BDP'ê hatiye kirin didomin. Baroya Amedê jî têkîldarî operasyonê de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê sedan parêzerên Baroya Amedê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, bi binavkirina operasyonê ya wekî 'Operasyona KCK', raya gihştî şaş hatiye agahdar kirin. Aktar, wiha got: "35 kesên hatin binçavkirin di rayagiştî de tên nasîn û siyasetmedarên kurdin. Di nav van siyasetmedaran de şaredar û şaredarên berê jî hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin pêkutiyên dema OHAL'ê anîn ber çavên me. Dema ku kesên hatin binçavakirin sewqî dadê kirî destên wan kelepçekirine anîne dadê. Bi vê yekê vîjdana civakê gelek êşandine."

'Bi taybet û zanebûn ev kirin'

Aktar, da zanîn ku destê "Kesên qaçaxtiyê dikin û kesên zirarê bidin xwe û hinek din an jî di her alî de taluqene bin" tê kelepçekirin. Aktar, destnişan kir ku lê kesên di rayagiştî de tên nasin parêzer, şaredar û parelementerê berê hemû destê wan kelepçe kirin û bi rêz birin dadê. Aktar, bilvê kir ku bi taybet û zanebûn ev dîmene afirandin û destur dane çapemeniyê da ku bi weşînin.

Di derheqê dozger û Miduriyeta Polîsan de gilî

Aktar, ani ziman ku ev pêkutî li dijî hiquqê û rumeta mirovahiyêye û wiha domad: "Em wekî parêzerên Baroya Amed, li dijî vê bêdadiyê û pêkutiyanin. Em dê di derheqê dozgeriyê û midurên polîsan, midurên TEM'ê û polîsên tevlî vê lêpirsiê bûyî, ji ber ku bi awayekî zanebûn tevgeryane û berpirsiyên xwe bi awayekî xirab bikar anîne dê gilî bikin." Aktar, têkîldarî mijarê de dê roja çarşem "meşa bi cup" bikin û pêkutiyan protesto bikin. Piştî giliyê, ji bo girtina BDP'iyan îtiraz kirin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment