Saturday, December 26, 2009

Turkdogan: Parazvanên mafên mirovan ji aliyê dewletan ve nayen hezkirin

Turkdogan: Parazvanên mafên mirovan ji aliyê dewletan ve nayen hezkirin
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di çarçoveya 'Bila winda bên dîtin, faîl bêne darizandin" de 46'emîn çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiya rûniştinê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku parazvanên mafên mirovan tu carî ji aliyê hikûmet û dewletan ve nehatine hezkirin.

Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan di çarçoveya "Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin" de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê a Parqa Koşuyolu, 46'emîn çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiya rûniştinê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, nûnerên MEYA-DER, Dîyar TUHAT-DER, Egîtîm Sen û malbatên windayan amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji ber mafên mirovan diparêzin, parazvanên mafên mirovan ji aliyê hikûmet û dewletan ve nayên hezkirin. Turkdagan, anî ziman ku parazvanên mafên mirovan peyvirek gelekî girîng û pîroz dimeşînin û wiha got: "Parazvanên mafên mirovan, ji ber xebatên xwe yên pêwist û berpirsiyar, her tim di hedefa dewletê dene. Rayedarên dewletê her tim dixwaze xebatên wan derzagonî nîşan bide. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey jî heta ji destê wî hat xwest li dijî binpêkirina mafan derkeve û li pişta mazlûman be. Erbey, tenê ji ber xebatên xwe yên mafê mirovan diparêze hate girtin. Ev girtin dijhiqûqî û siyasî ye."

Piştî axaftina Turkdogan, Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu, çîroka Abdulkadîr Bîrlîk, kurên wî kemal û Zubeyîr Bîrlîk û Zekî Alabalik ku di sala 1995'an de li Navçeya Qoserê hatibûn revandin vegot.

Piştre komê çalakiya rûniştinê pêk anî devên xwe bi bandên reş girê dan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment