Thursday, December 31, 2009

Demîrtaş: Ev pêvajoyeke siyasî ye

31/12/2009

Parlamenter û şaredarên BDP'î, Şardariya Sûrê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Salahattîn Demîrtaş, diyar kir ku di şexsê siyaseta kurd de dixwazin bi rûmeta kurdan bilîzin û got: "Ev pêvajoyek siyasî ye û dê dom bike" Piştgiriya Şaredara Wêranşarê Leyla Guvun û Şaredarê Navçeya Surê Abdullah Demîrbaş ku di operasyona li dijî BDP'ê de hatin girtin, didomin.
Parlamenterên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydin, şaredarên navçeyên navendî û navçeyên Amedê, rêveberên TAY-DER û ESP, endamên Komên Aştiyê bi girseyî Şaredariya Sûrê ziyaret kirin.
Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku AKP siyasetek qirêj dimeşîne û wiha got: "Şaredariya Sûrê ev du serdem e rastî heman bextreşiyê tê. Hemû hilbijêrên kurd dixin zinadanan. Di şexsê siyaseta kurd de bi rûmeta kurdan dilîzin. Dixwazin vîna gelê kurd bişkînin û kurdan bêvîn bihêlin. Pêvajoyek siyasî tê meşanin. Ev pêvajo dê bidome. Lê belê li hemberî vê yekê têkoşîna me jî dê bidome."
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Serekaniyê Îsmaîl Aslan, bi mebesta piştgiriyê çû serdana Şaredariya Wêranşarê. Aslan, di dema serdanê de bi Cîgira Şaredariyê Suna Ulugturken re hevdîtin çêkir û da zanîn ku ev girtin dê wan bi hêztir bike û wiha got: "Ji HEP'ê û heta niha li ser partiya me pêkutî tên meşandin. Partiya me hate girin. Hevalên me hatin girtin. Lê vê rewşê bi tu awayî em paş de nebirin. Dewletê fam nekir ku dema yek diçe, yeke nû tê. Em hêvî dikin ku hevalên me di zûtirîn demê de bên berdan û bên ser peywira xwe. Em dê biçin serdana şaredariyên xwe yên Qoser û Pirsûsê jî."
Endamên Komên Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatin jî, çûn serdana Şaredariya Surê. Berdevkê Koma Aştiyê ya Qendîlê Mehmet Şerîf Gençdal, diyar kir ku operasyon li dijî vîna gelê kurd pêk hatiye û wiha axivî: "Ew çiqasî pêkutiyan bikin, me bigrin û me bikujin jî, dîsa jî nikarin bibin xwedî vîna me. Bila neyê ji bîrkirin ku yên dixwazin me biqedînin dê ew jî biqedin. Avakirina aştiyê ji ya şer zortir e. Ya girîng ew e ku em van zorahiyan bihevre derbas bikin. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment