Tuesday, December 22, 2009

Li Kurdistanê rewş derasayî ye


22/12/2009

Siyasetmedarê kurd Cemîl Bayik di nivîsa xwe de destnîşan kir ku gelê kurd li Kurdistanê 80 sal in her çiqas navê cuda lê bikin jî, rewşeke derasayî dijî û ji bo vê divê xweparastina xwe pêş bixin.

JI NAVENDEKÊ TÊN BIRÊVEBIRIN
Bayik, bal kişandiye ser êrîşên dawî yên li hemberî gelê kurd û wiha got: “Hêzên mîlîtarîst ên dewletê, cerdevan û hêzên mîlîter bi hev re li dijî kurdan girêdayî kumandayeke hevpar a navendekê ketine nava tevgerê. Di vê pêvajoya ku li hemberî kurdan komkujiyên girseyî xistine meriyetê de dest bi nîqaşên îlankirina senaryoyên OHAL’ê kirine.”

LI KURDISTANÊ REWŞA ASAYÎ TUNE YE
Bayik, destnîşan kir ku li Kurdistanê her tişt derasayî ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê polîs û leşker bi rayeyên taybet nehatine peywirdarkirin û herêmên ewlekariyê nehatine îlankirin. Li Tirkiyeyê tu kes ji ber ku bi tirkî axiviye rastî îşkenceyê nehatiye, ji ber navê tirkî li zarokên xwe kiriye rastî heqaretê nehatiye. Ev hemû tişt li Kurdistanê diqewimin.” Nivîsê bixwîne...

XWEPARASTINÊ BI PÊŞ BIXIN
Bayik, ji bo parastina ji êrîşan ev tişt gotiye: “Ji aliyekî ve li her derê li hemberî konsepta komkujiya girseyî ku tê xwestin bixin meriyetê xweparastina xwe bi pêş bixe û li hemberî êrîşên bi pêş bikeve dê xwe biparêze. Ji aliyê din vê jî rûyê rasteqîn ê ku civakê bi tirsa ku OHAL dê bê îlankirin û bi vê yekê OHAL’a di meriyetê de vedişêrin dê teşhîr bike.”


© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment