Tuesday, December 22, 2009

Kurdistana Federal her roj hineke din dibe "Iraqî"


 

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Pêşmerge dê ser bi sîstema berevaniyê ya Iraqê bin û Herêma Kurdistanê jî dahata bac û gumrukê dê vegerîne Bexdayê.


Piştî dagir kirina Iraqê li şûna ku destkeftiyên Kurdan zêde be berovejî deskeftiyên heyî jî ji dest diçin.

 

Yek ji gava "Iraqî" bûnê wê di vê hefteyê de were avêtin. Tê çaverekirin ku Barzanî û Malikî rêketinekê îmze bikin. Li gor wê jî pêşmerge dê ser bi sîstema berevaniyê ya Iraqê bin û Herêma Kurdistanê jî dahata bac û gumrukê dê vegerîne Bexdayê.

Civînên berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ji bo yekgirtina hêzên pêşmerge berdewam e û biryar e serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de , rêketinek digel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze bike. Li gor wê rêketinê jî hêzên pêşmerge dê ser bi sîstema berevaniyê ya niştîmanî ya Iraqê bin û di hember de jî Herêma Kurdistanê dê dahata bac û gumrukê vegerîne Bexdayê.

 

Kurdistana azad di demên dawî di warê dîplamatÎk de lawaz dibe û rêveberiya Kurdistana azad berê xwe dide Bexdayî. Li Kurdistana azad lêzbûna "Iraqî" bûnê û ji dûr ketina hest û projeyên neteweyî balê dişîne. (HAWAR NET.com)

 

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment