Monday, December 28, 2009

Terora Îranê bi dawî nabe


28/12/2009

Dewleta Îranê êrîşên xwe yên li hemberî kurdan didomîne. Li Kelareşê 2 kes ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin qetilkirin. Li Wanê û Kelareşê jî 2 kurd hatin birîndarkirin.
Şivanê bi navê Aydin Yelekçi yê li gundê Xanîka navçeya Elbakê ya Wanê, diyar kir ku dema li sînorê Îranê şivantî dikir, leşkerên Îranê pez ji wî xwastiye û ji ber ku pez nedaye leşkeran di serî de îşkence lê kirine û piştre jî bi guleyê ew birîndar kir.
Hate zanîn ku dema Aydin Yelekçî pezê gundiyên Xanîkê yê navçeya Elbakê diçerand li sînor rastî leşkerên Îranê hat. Hate hînbûn ku Yelekçî, ji ber çend mih nedane leşkeran di serî de rastî îşkenceyê hatiye û piştre jî bi guleyê birîndar kiriye. Yelekçî serpêhatiya xwe vegot û anî ziman ku leşkeran ew bi birîndarî li cihê bûyerê hiştine û wî jî bi telefonê pismamê xwe Mirhan Yelekçî agahdarî kir. Li ser vê yekê gundî çûne cihê bûyerê û Yelekçî anîne gund. Piştî Şivan Yelekçî anîne gund, gundiyan Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê agahdar kir û li ser vê yekê ekîbên tenduristiyê bi ambulansê çûn gund. Piştî yekemîn dermankirina şivan li gund hate kirin Yelekçiyê birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Piştî mudaxaleya li Elbakê Yelekçî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê kirin.
Aydin Yelekçî, destnîşan kir ku dema ku pezê gundiyan diçerand li sînor rastî leşkerên Îranê hat. Yelekçî da zanîn ku leşkerên Îranê ji sînor derbas bûn û ji wî hinek pez xwest. Yelekçî, bilêv kir ku ji ber ku wî daxwaz leşkaran bi cih neaniye di serî de li wî xistine û piştre jî bi guleyê ew birîndar kiriye.
Kesê yekemîn çûye cihê bûyerê Mîrhan Yelekçî jî têkildarê bûyerê wiha got: "Aydin bi telefonê li min geriya û got leşkerên Îranê ez birîndar kirim. Dema ku ez çûm cem wî hêj leşkerên Îranê li cihê bûyerê bûn. Piştî em dîtîn ji cihê bûyerê reviyan. Min pismamê xwe û pezê wî anîn gund. Leşkerên Îranê her roj me dikujin û ev yek hêj jî didome." WAN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment