Thursday, December 31, 2009

Li Tirkiyeyê jina 71 salî jî dibe endama rêxistinê

Li Tirkiyeyê jina 71 salî jî dibe endama rêxistinê
Jina 71 salî Selma Argun ku bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" mehek berê hatibû girtin, li gorî parêzeran bi awayekî keyfî girtî tê hiştin. Parêzeran, anî ziman ku girtina jina 71 salî li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Argun, li gel temenê xwe yê mezin, di odeya ku kapasîteya wê 8 kesîn, di nava şertên giran de li gel 22 kesan dimîne.

Li Navçeya Pirsûs a Rihayê di 22'ê mijdarê de di serdegirtina malan de Kemal Barlîn, Bekîr Acar, Selma Argun (71) û Omer Faruk Çobanoglu hatin binçavkirin û piştî 2 rojan ji aliyê Dadgeha Asliye Ceza ve bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Ji 4 kesên hat girtin jê jina 71 salî Selma Argun jî li gel temenê wê yê mezin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. Argun, niha li gel zirufên giran bi 22 kesan re di odeya bicûk a 8 kesî de dimîne. Kaça Argun Dilşa Kuş, diyar kir ku keça wê salê 2 caran diçû Sûriyeyê û gora kalkê wê ziyaret dikir. Kuş, da zanîn ku polîsan ev çûn û hatina wê wekî sedema endama rêxistinê daye nîşan û kirine sedema girtinê. Kuş, wiha got: "Kalkê min Melle Abdullah welatparêzeki kurd bû. Ji ber welatparêz bû her tim rastî êrîşa dewletê dihat. Ji ber zilma dewletê Tirkiye terk. Di serî de çû Îranê, ji wir çû Iraqê û herî dawî çû Sûriyeyê. Demekê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ma. Herî dawî li vir jiyana xwe ji dest da. Niha gora kalkê min Mele Abdullah li Sûriyeyê ye û ji ber vêyekê diya min her dim diçû gora kalkê min ziyared dikir." Dilşa Kuş, anî ziman ku dema diya wê li Pirsûsê bû ji ber beşdarî çalakiyên demokratîk dibû her tim ji aliyê polîsan ve dihat dilzarkirin û rastî astengiyan dihat. Kuş, destnîşan kir ku diya wê û bavê wê ji ber zordariya dewletê neçar man ji Pirsûsê bar kirin û çûn Gundê Çarmelîkê. Kuş, da zanîn ku piştî gundê wan şewitî dîsa neçar ma vegeriya Pirsûsê.

'Girtina Argun li dijî hiqûqa gerdûnî ye'

Parêzer û parazvanên mafên mirovan jî anîn ziman ku girtina Selma Argun li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Parêzerê Argun Recep Elmas, da zanîn ku muvekîla wî ne ji ber 'Endama rêxistinê ye' hatiye girtin, ji keyfî hatiye girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Sedat Gozkiran jî destnîşan kir ku ew ji reşwa Argun agahdar e û wiha got: "Li Odeya jinan a 8 kesî 22 kes dimînin. Jina 71 salî Selma Argun di nava mercên giran de dimîne. Parêzerê Argun, ji mere got bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye' hatiye girtin. Li gorî me hinceta jinek 71 salî ne ev e. Ev girtin li dijî hiqûqa gerdûnî û navneteweyî ye. Em vê girtinê wekî girtinek keyfî dinirxînin"

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment