Friday, January 1, 2010

BDP kongreya awarte pêk tîne


01/01/2010

BDP ku piştî parlamenter û şaredarên DTP'a hatî girtin derbasî partiyê bûn, bû hedefa operasyon, êrîş û zordariyan di rojên pêş de bi awayekî awarte diçe kongreyê. BDP heta kongreyê dê bi gelek derdorên cuda re bê cem hev û banga beşdariyê û piştgiriya partiyê bike. Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk diyar kir ku lazim e derdorên demokratîk ên tirk jî berpirsyariyê bigirin.
Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ku di 2'yê gulana 2008'an dehate avakirin, piştî parlamenter û şaredarên DTP'a hatî girtin biryara derbasûna partiyê dan, rastî operasyon û zordariyan hat. Ji ber pêşketinên nû partî di 1'ê sibata 2010'an de kongreya asayî pêk tîne. Kongre dê li Salona Sporê ya Ahmet Taner a Enqereyê pêk bîne. Ji bo kongreyê komîsyona amadekariyê hate avakirin. Di bin neya komîsyonê de beşên rêxistin, teknîk, malî, diyalog û dîplomasiyê hatine avakirin. Komîsyona amadekariya kongreyê dê 2'yê sibatê komîsyona kongreyê dê bi komîsyonên girêdayî re li Marmara, Ege, Anatoliya Navîn, Çukurova, bajarên bakurê Kurdistanê civînên gel pêk bîne. Her wiha dê di civînan de bersiva pirsa, "Rêveberiyek çawa?" bê dayîn. Bi civînan dê hewil bê dayîn gel tev li pêvajoya kongreyê bê kirin.

DERDORÊN CIHÊ…
Li aliyê din rêveberiya BDP'ê ji bo pêşwazîkirina pêvajoyê jî û pêşvebirina aştî demokrasiy3e jî dê hewil bide pêşiyşa siyaseta demokratîk veke. Bi vê armancê rêveberiya partiyê dê bi derdorêncuda re bê cem hev, civînên maseya gilover û xebatên zanistî bemeşîne. Nûnerên çapemenî, quncik nivîs û nûnerên saziyên civakî dê beşdarî civînan bên kirin.Her wiha nûnerên partiyên wekî HAK-PAR û KADEP'ê rayedarên BDP'ê dê di 12'ê çileyê 2010'an de bên cem hev.
BDP di 13'ê kanûnê de jî dê bi rewşenbîr, nûnerên STK, hunermend, sendîqa û derdor^ne demokratîk re bê cem hev. Her wiha derdorên elewî û oldar re jî dê civîn bên kirin.

TURK TEVLI CIVÎNÊ DIBE
Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk ku derbarê mijarê de agahî dan û diyar ki ruk ev civinên, "Em Tirkiyeyek çawa dixwazin e" û wiha domand: "Li Tirkiyeyê pirsgirêk gelek in. Kurd tenê zore ku van pirsgirêkan çareser bikin. Lazim me bi bindestan, derdorên hatine vederkirin, ciwan û jinan re hevpariyê bikin û têkoşîna demokrasiyê bidomînin. Ji bo pêşvajo ber bi başiyê ve biçe hewceyî bi piştgirî û hewildana herkesî heye. Çend hevalên me dê beşdarî civînan bibin. Qasî derfet hebin Ahmet Turk jî dê beşdarî civînan bibe."

SEROKATIYA KOMÊ
Çelîk der barê kongreyê de jî wiha got: "Em dixwazin di kongreya me de hemû derdorên li dijî mîlîtarîzm, alîgirên demokrasiyê li cem me bin. Em dixwazin van di rêveberiya xwe de bibînin. Em bi vê armancê em xebatên xwe didomînin. Em dixwazin rêveberiyek bersivê bide pêvajoyê ava bike. Ji bo vê em bang li herkesî dikin ku di bin baneya BDP'ê de bê cem hev." Li ser xebata koma Meclisê jî Çelîk anî ziman ku dê di 3'yê çile de MYK û koma Meclisê bên cem hev û dê xebatên xwe yên Meclisê heta 1'ê sibatê plan bikin. Çelîk diyar kir ku koma Meclisê dê di 5'ê sibatê de berhev bibe. Çelîk girtina şaredaran jî cardin şermezar kir û anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo azadiya şaredaran dê heta dawiyê berdewam bike û dê têkoşîna demokratîk a ji bo vê yekê bidomînin. ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment