01/01/2010 |
|
Piştî biryara girtina DTP'ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin û parlamenteriya Turk û Tugluk ket, Ahmet Turk û Aysel Tugluk ên parlamenteriya wan ketin jî ji bo îfade bidin çûn Dadgeha Enqereyê. Aysel Tugluk, diyar kir ku dê ji bo îfadedayînê biçin û ev biryar berê girtibûn. Tugluk, ani ziman ku ji ber ramanên xwe anîn ziman dê îfadeyan bidin. Turk jî piştî îfadedayîna anî ziman ji ber ku parlamenteriya wan ketiya îfade dane. Muameleyên Hevserokên DTP'ê yên berê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku piştî rakirina parlamenteriya wan di Rojnameya Fermî de hate weşandin, çûn Edliyeya Enqereyê, bi gotina, "Bila li Komara Tirkiyeyê pîroz be" berteka xwe anî ziman. Turk, di derketina edliyeyê daxuyaniyek kin da çapemeniyê û wiha got: "Ketina parlamenteriya ma di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Ji ber ku ev biryar hate aşkera kirin, me îfadeya xwe da. Ji bilî vê yekê tiştekî em bêjin nîne. Hevalên me yên din ji ber ku parlamenterin îfadeyan nadin. Helwesta wan di cih de ye." Biryara Dadgeha Makezgonê ya Tirk a der barê rakirina parlamenteriya Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk de di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Turk li ser pirsên rojnamegeran bersiva, "Li ser biryara me berî niha girtibû em dê biçin îfadeyê" da. Aysel Tugluk jî bi gotina, "Ev biryar. Hatina me ya vir bila li Komara Tirk pîroz be" nerazîbûna xwe anî ziman. Turk li hemberî biryara derqanûnî ku ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hatibû girtin got ku ew ê vê bêhiqûqiyê bibin ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). ENQERE © Azadiya Welat |
|
Friday, January 1, 2010
'Nabe parlamenter îfadeyê bidin'
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment