Friday, January 1, 2010

Di zindanê de sala nû pêşwazî dikin

01/01/2010

RAWÎN STERK - STENBOL
Li Tirkiyeya ku ligel îmze avêtiye Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye amadekirin bi hezaran zarok sala nû di girtîgehê de pêşwazî dikin. Bi hezaran zarokên kurd ên ku mexdûrê TMK’ê ne ji mafên perwerde, tenduristî û mafên jiyanê yên bingehîn bêpar in.
Bi qanûna ku di 1991’ê de hatiye derxistin û di 2006’an de jî ji aliyê Hikûmeta AKP’ê ve hatiye rojanekirin bi hezaran zarok li Kurdistanê bi hincetên cur bi cur hatine binçavkirin û girtin. Heta niha nêzî 10 hezar zarok ji ber TMK’ê mexdûr bûne. Hejmara zarokên ku di 2009’an de hatine girtin jî tam nayê zanîn.
Di serî de li bajarên Kurdistanê ji bilî wê jî li Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê bi hinceta ku kevir avêtine polîsan gelek zarok ên ku hejmara wan ji aliyê Wezaretê ve jî nayê zanîn ji ber TMK’ê hatin mexdûrkirin. Tê gotin ku di nava 3 salên dawî dê zêdetirî 3 hezar zarok ji ber vê qanûnê hatine mexdûrkirin. Dîsa di 2009’an de 7 zarokên kurd ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.
Zarokên kurd ne tenê di çalakiyan de ji dibistan û malên xwe de jî têne girtin û di binçavan de jî muameleyên mezinan dibînin.Dîsa li girtîgehan de jî rastî heman nêzîkatiyan tên. Zarokên ku bi hinceta ku kevir avêtine polîsan heta 34,5 sal cezayê girtîgehê tên darizandin. Zarokên ku ji 6 sal û 11 meh û 10 rojan cezayê bigire heta 24 sal ceza girtine hene. Ev zarok ji binçavkirinê heta ku cezayên xwe dikişînin rastî muameleyên xirab tên.
HEWLADN BÊ ENCAM DIMÎNIN
Piştî girtina bi hezaran zarokan rêxistinên sivîl jî ketin nava tevgerê. Parêzvanên mafên zarokan bi navê Bagkerên Dadê ji bo Zarokan xebatek dan destpêkirin. Parêzvanên mafên mirovan hin çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Lê ligel van çalakiyan û hewldanan encamek nehat bidestxistin.
Rayşedar bêdeng man lê di raya giştî de hestiyariyek çê bû.

MALBAT TEHDÎT KIRIN
Di nêzîkatiyên li hemberî zarokan de nêzîkatiya herî balkêş ya Waliyê Edeneyê bû. Waliyê Edeneyê Îlhan Atiş malbatên zarokan tehdît kir û got ku ew ê zarokên wan bigirin û bidin yurdê, piştre jî bi betalkirina kartên kesk malbat tehdît kir.
Jixwe beriya vê tehdîtê jî kartên bi hezaran malbatên kurd hatibûn betalkirin. ANF

No comments:

Post a Comment