Tuesday, December 29, 2009

Gelê kurd serî li ber zilmê natewîne

29/12/2009

Li Wanê û Êlihê meşên girseyî
Nêzî 10 hezar kesên bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya Rêxisitna BDP'ê ya bajar hatin cem hev, bi dirûşmeyên, "Pêkutî me bêzar nakin" ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meşe kirin. Li Êlihê bi hezaran kesên xwestin bi armanca şermezarkirina operasyoan li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan meşekê li dar bixin, rastî astengiya polîsan hatin.
Di nava kesên li ber avahiya BDP'a bajar hatin cem hev, Parlamenterê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredar Bekîr Kaya û şaredarên navçeyê, rêveberên Navenda Giştî ya BDP'ê jî di nav de nêzî 10 hezar kes li wir daxayanî dan çapameniyê. Li ser navê girseyê Parlamenter Ozdal Uçer, diyar kir ku girtin bi bi hincetên hundir vala pêk hatine û girtin şermezar kir.

‘EM HEMÛ KCK’Î NE’
Uçer, destnîşan kir ku gelê kurd bêdeng namîne û wiha got: "Binêrin hevalên me bi hincetên hundir vala tên binçavkirin û girtin. Hevalên me yên aştiyê û biratiyê diparêzin dibêjin KCK'î ne û wan dibin girtîgehan. Ger parastina aştiyê û biratiyê KCK'îbûn e, em hemû KCK'î ne. Lê ev pêkutî û zilma li dijî gelê kurd tiştekî nû nîne. Ev zilmek ku 80 salin dom dike ye. Niha jî bi zanebûn dixwazin gel û polîsan bînin hemberî hev. Lê bila hemû kes baş bizanibin, gelê kurd li hemberî vê zilmê bêdeng namîne. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku hevalên me bi lêz bên berdan." Piştî axaftina Uçer, bihezaran kes ji ser Kolana Komarê ber bi Dadgeha Wanê ve dest bi meşê kir.

MEŞ ASTENG KIRIN
Li Êlihê bi hezar kesan xwestin bi meşekê oprasyona li dijî BDP'ê û girtina 47 kesan şermezar bikin, rast astegiya polîsan hat. Girseya li ber Şaredariya Êlihê kombûyî Parlamentera BTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di nav de bi hezar kesî xwestin heya li ber Nexweşxaneya Farabî bimeşin, rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Polîsan li nêzî Nexweşxaneya Farabiyê gelek panzer û hêzên çevîk bi cih kirin. Girseya çalakiya runiştinê pêk anî ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan û PKK'ê dirûşm berz kirin. WAN - ÊLIH

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment