Wednesday, December 23, 2009

Bayindir: Em dê mîna qasidên aştiyê daxwazên we ji Enqere re ragihînin

Bayindir: Em dê mîna qasidên aştiyê daxwazên we ji Enqere re ragihînin
Parlementera DTP'ê ya hate girtin a Şirnexê Sevahîr Bayirdir li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, diyar kir ku ew ji bo daxwazên Mexmuriyan yên ji bo vegerê guhdar bikin hatine û dê daxwazên wargehê wekî qasidên aştiyê ragihînin Enqereyê. 

Heyeta DTP'ê ya hate girtin ku ji parlementer Sevahîr Bayindir, Ozdal Uçar, Îbrahîm Bînîcî, endama MYK'a DTP'ê ya berê Hatîce Çoban, Şaredarê Şirnexê Remezan Uysal û Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar pêk tê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji hêla bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta ku bi qêrîna dirûşmeyên têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatîn pêşwazîkirin, çû serdana kesên ji bo Ocalan di grêva birçîbûnê de ne. Heyet piştî serdanê bi hezaran kesî re kom bû.

'Kesên ji Mexmûr çûne rastî pirsgirêkên zagonî tên'

Parlementera Şirnexê Bayindir diyar kir ku Koma Aşitiyê ya derbasî Tirkiyeyê bûyî rastî pirsgirêkên zagonî tê û wiha got: "Nikarin dibistana xwe berdewam bikin. Nikarin bi azadî nasnameyên xwe bikarbînin. Hûn dê di van şert û mercan de çawa vegerin?." Her wiha Bayindir derbirî ku pirsgirêka kurd bêyî Ocalan û bêyî Qendîl û bêyî Mexmûrê nayê çareser kirin. Divê ji çarersiya pirsgirêka kurd her kes vana bigire ber çavan." Bayindir têkildarê girtina partiya wan DTP'ê de wiha axivî: "Çiqas partiya me bigrin û me bavêjin zîndanan em tu carî dest ji nasnameya xwe berndadin. Piştî partiya me hat girtin me biryara îstîfayê da. Lê gelê me, saziyên civaka sivîl û Birêz Ocalan nexwestin ku em îstîfa bikin. Ji ber vê me biryara xwe paşve kişand û me dest bi bilind kirin tekoşîna demokratîk kir."

'Ger hûn venegerin pirsgirêka kurd çareser nabe'

Bayindir piştre dest bi axaftina Tirkî kir û diyar kir ku Tirkiye dergûşa gel, ziman û çandane. Bayirdir ragihand ku divê hemû çandên cûda bikaribin di nava vê mozaîkê de cihê xwe bigre û got: "dibêjin yek gel û yek zimanç. Zimanek û gelek nabe. Divê her kes li çand, ziman û nasnameya xwe li Tirkiye cih bigre. Hewldan ku me planên qirkirinê tune bikin. Lê Kurdan bi 29 serhildanan hem xwe bi xwe û hem jî xwe bi hemû Cîhanê da pejirandin. Hûn bi tekoşîna van 29 serhildanan hatine vê derê û hûn dertûxûbê vê derê bûn. Ger hûn venegerin pirsa Kurd çareser nabe." 

'Êm dê xwestekên we bigihînin Enqereyê'

Bayindir behsa hewildana demokratîk a Tirkiyeyêjî kir û ev tişt gotin: "Behsa hewildanê kirin lê li holê hewildanek demokratîk tune ye. Hewildana wan bû sedema mirin û kuştinê. Tiştên baş ku digotin wê çêbibin evin gelo? Ger mirov yekîtiyê bixwaze yekîtî bi rawestandina şer pêk tê. Bayindir anî ziman ku dê daxwaz û nêrên Mexmûriyan bigihînin Enqereyê. 

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment