Wednesday, December 23, 2009

Konferansa li Hewlêrê xizmetî ziman û yekitiyê nake


23/12/2009

Konferansa ‘zimanê kurdî’ li dar dikeve
NAVENDA NÛÇEYAN  - AMED
Akademiya Kurdî li Hewlêrê konferansek li ser pirsgirêka zimanê fermî yê kurdî pêk bîne û konferans dê rojên pêş bê lidarxistin. Mijara konferansê dê li ser zimanê kurdî yê fermî be. Piştî bertekên hinek endamên Akademiya Kurdî ya Hewlêrê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Stenbolê jî bertek nîşanî konferansê dan. Hat gotin ku zaravayek li ser zaravayekî din nayê ferzkirin û ev     yek xizmeta yekîtiya kurdan û netewebûna kurdan nake.  
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan li ser konfensa ziman ya Başûr ku bê lidarxistin nêrînên xwe anîn ziman. Samî Tan diyar kir ku encama konferanseke ku bi vî rengî li ser ziman bê lidarxistin diyar e û wiha got: “Encam diyar e tenê dixwazin bidin tescîlkirin û li behdînayiyan bidin qebûlkirin. Her wiha ji derveyî xwe gazî kesekî nekirine. Bingeha vê fikra konferansê ji netewdewleta klasîk tê.”

CUREYÊ ASÎMÎLASYONÊ YE
Samî Tan da zanîn ku dixwazin an zimanekî çêkirî derkeve holê û an jî zaravayek li ser zaravayên din ferz bikin û wiha pê de çû: “Li gorî baweriya min ev jî cureyekî asîmîlasyonê ye. Bi destê xwe Kurdistana mezin têk dibin. Jixwe dewletên dagirker jî dixwazin kurdatiyê tenê bi Başûr ve sînor bikin. Bi fikr û konferansên bi vî rengî ve têkiliya navbera kurdên hemû parçeyan tê qutkirin. Ew kurdên Iraqê wekî netew dibînin û kurdên din wekî etnîk dibînin.” 
Samî Tan bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çend caran bal kişandibû ser vê meseleyê û ev encama polîtîkayên li ser kurdan dide xuyakirin. 
Samî Tan der barê konferansê de nêrînên xwe wiha rêz kirin: “Li gorî min divê mijara alfabeya kurdî bê nirxandin. Danûstandinên di navbera kurdan ên hemû parçeyan bên xurtkirin. Zîhniyet bê guherîn û di nav kurdan de hêmaya demokrasiyê pêş bikeve. Di konferansê de hemû zarava ber çavan bê girtin. Bi darê zorê biryar çênabe û encamên ku hemû kurd bipejînin dernakevin holê. Her wiha divê ferhengek ku hemû zaravayên kurdî di nav de cih bigirin bê çêkirin. Rêzimana zaravayekê li ser zaravayên din neyê ferzkirirn. Zimanekî çêkirî ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin” 

MEBEST ZARAVAYEK NEBE
Berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Aydin Alokmen bilêv kir ku ji bo konferansê agahî nedane wan û wiha got: “Haya me zêde ji naveroka Konferansê nîn e lê armanca konferansê fermîbûna soranî be konferans dê xwe vala derxe. Biryara ku ne li gorî rastiya gel, ne li gorî zimanzanan dê çiqas bigihêje armanca xwe.”
Alokmen bilêv kir ku divê mebest ne zaravayek be mebest zimanê kurdî be û wiha pê de çû: “Zarava nayên înkarkirin û qedexekirin divê her zarava xwe bîne ziman û pêşî neyê girtin. Standartbûna zimanekî zû bi zû pêk nayê. Divê ecele neyê kirin. Dîsa divê tu akademîsyen ferqê nexin nav zaravayan zaravayekê li ser ya din ferz nekin.”Alokmen diyar kir ku ferzkirina zaravayekê li ser zaravayên din dê pêşiya netewebûn û yekîtiya gelê kurd bigire û wiha axivî: “Divê li hemû zaravayan hurmet bê girtin. Herêmî difikirin ev ne rast e. Divê tevahiya kurdan li ber çavan bigirin. Dikarin ji Qafqasan heta Ewropayê gazî zimanzanên kurd bikin û nêrîna kurdên li vir jî li ber çavan bigirin.”
Li gor nûçeya Îsmet Xabûrî ku di rojnameya ‘War’ de hatiye weşandin Dr. Kamîran Berwarî konfrans rexne kir û wiha got: “Çend zimanzan û rewşenbîrên kurd hatine vexwendin bo kombûnê. Lê biraderên zaldest li Akademiyê pêşwext hizra xwe kiriye û encam misoger kirine; zarên biçûk bi hejmara pêaxêvan wekî zazakî û hewramanî û feylî û şebekî bi karta sor ji yariyê derkirîne. Kurmanc jî dê hindî tilên destan amade bin û biryar diyar e. Li rewşeka hosa, ne dûr e pirsiyar ji bersivan pitir bêne kirin. Ev kesên kom bibin, kî bin, nûneratiya kê dikin? Biryarên wan kî dê bi cih bîne?” Berwarî got akademiya kurdan nîn e û ew bi tenê Akademiya Soran û Behdînan e. Endamê Akademiya Kurdî Mueyed Teyibî der barê konferansê de nêrînên xwe wiha aniye ziman: “Dîtina dî jî ew e ku bi zûtirîn dem biryarek bête dan û soranî take zimanê fermî be. Ez bawer nakim konferans bişêt biryareka hosa derbêxe, eger derbêxe jî, ez bawer nakim encûmenê wezîran û parlamana Kurdistanê hind sakar û sade bin di demekê hosa de vê biryara ku dê derzekê bêxe yekîtiya neteweya kurd de derbêxe. Eger mebest ji vê konferansê sepandina zaravayekê be, ev konferans û deh konferansên dîtir jî bi ser nakevin.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment