Thursday, December 24, 2009

Bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civiyan

24/12/2009

AMED - Piştî ku di çarçoveya operasyona hevdem a li hemberî Partiya Demokrasiyê û Aşitiyê (BDP) a li 8 bajaran pêk hat û gelek şaredar û rêveber hatin binçavkirin, ligel parlementerên DTP'a hate girtin hatin bi sedan kes li ber Rêxistina BDP'ê a Amedê li hev civîyan. Polîsan jî li tevahiya bajar tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine.

Di çarçoveya operasyona li hemberî BDP'ê ya li 8 bajaran hevdem pêk hat de, şaredarên BDP'î jî di nav de gelek endam û rêveberên BDP'ê û DTP'a berê hatin binçavkirin. Piştî vê operasyonê parlementerên DTP'a hate girtin Emîne Ayna, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û Aysel Tugluk a siyaset lê hatiye qedexekirin, hatin ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajar. Her wiha bi sedan kesên ku ev operasyon bihîstin hatin ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê. Li bendê ye ku piştî nîv ro daxuyaniyê bidin çapameniyê.

Li aliyê din jî polîsan li Amedê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Li gelek kolan, kuçe, ketin û derketinên bajêr de nokteyên kontrolê hatin avakirin û di nokteyan de hêzên çevîk bi wesayîtên zirxî tedbîr stendin. Polîsan li ber Edliyeyê Amedê û li ber avahiya APK'ê a bajar jî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Ajokarê Anli jî hate binçavkirin

Wesayîtêk ku ji ber avahiya BDP'ê ya bajar rabû û endamên BDP'ê têdebûn, li Rawestgeha Tesîslerê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin û qontrola nasnameyan hate kirin. Polîsan piştî lêgerina wesayîtê, ajokarê Serokê Rêxistina DTP'a hate girtin ê Amedê Firat Anli, Cebraîl Kurt jî binçavkirin. BDP'iyan ku bihîstin di wesayîtê de lêgerîn tê kirin hatin cihê lêgerênê û nerazîbûn nîşanî polîsan dan. 2 kesên di wesayîtê de ku di kontrola nasnameyan de hatin derbaskirin ji aliyê welatiyan ve hatin xelastirin û birin avahiya bajar.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment