Wednesday, December 23, 2009

Têkoşîna kurdan a 30 salan ji gelên din re bû mînak û deskeftin

Têkoşîna kurdan a 30 salan ji gelên din re bû mînak û deskeftin
Pirtûka Nivîskar û Rojnamegerê Çerkes Recep Genel a serpêhatiya gelê Çerkes ku mahkumî mirinê hatiye kirin bi navê, "Me Şorbeya Xwedê Vexwaribû" ji Weşanên Îthakî derket. Nivîskar Genel di pirtûka de cih dide mijarên dîrokî jî. Genel ku ev 4 sale ji bo weşandina pirtûkê hewil dide, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd jibo gelên din jî destkeftiyek e. 

Gelê Çerkes ku piştî Sirgûna Mezin a Çerkesan ji Qafqasyayê ri baya 1864'an de hatine li Anatoliyê bi cih bûne piştû avakirina komarê wekî kêmarêndin rastî polîtîkaya asîmîlasyonê hatin. Rojname û weşanên hatin girtin, zimanê wan hate qedexekirin, paşnavên wan hatine girtin û di çarçoveya polîtîkaya tirkîtiyê de hatine helandin. Li Tirkiyeyê bi zimanê bêexlaqî an wekî, "Tirkên Qafqasyayê" an jî wekî, "Tovê Moskovayê" tên bi navkirin, niha gelek pirsgirêkan dijîn. Serpêhatiya gelê mahkûmî mirinê hatiye kirin di pirtûka Nivîskar û Rojnamegerê Çerkes Recep Genel a bi navê, "Me Şorbeya Xwedê Vexwaribû" de tê vegotin. Genel, li ser bingeha serpêhatiyek di salên 1930'an de li Qeyseriyê dest pê kirî derdikeve rê û ber bi Stenbolê ve didomîne. Genel balê dikişîne ser qampanyaya di destpêka komarê de bi slgana, "Hemwelatiyo tirkî biaxive pir biaxive" û bi çavê kurd, ermen, çerkes û roman vê polîtîkayê pirsiyar dike. 

'Serpêhatiya bapîrê min perçebûna gelê Çerkes e'

Serpêhatiya Genel tîne ziman wekî pêkanînên bi sedana salan e li kurdan tên kirine û wekî rûreşiyek mirovahiyê xwe dide nîşan. Tiştên li Tirkiyeyê ji kurdan û kêmarên cuda re rewa hatine dîtin, di heman demê de serpêhatiya Çerkesan jî radixe berçavan. Genel di pirtûkê de jiyana bapîrê xwe Mahîrbiy vedibêje. Mahirbîy ji bo şerekê dibin Urdinê û ji neçariyê li wir dimîne. Li wir dizewice û zarokên wî çê dibin. Lê ji ber bêriya axa xwe malbata xwe ya li Ammanê dihêl û vedigere Uzunyaylayê. Piştî vê hatinê êdî venagere Urdunê jî. Genel diyar dike ku serpêhatiya Mahîrbiy di hean d emê de trajediya perçebûna gelê Çerkes e. 

'154 sal berî niha 3-4 milyon hebûn'

Li ser mijaerê Genel daxuyand ku 145 sal berî niha hejmara Çerkesan a li ser vê axê wekî 3-4 milyonan hatiye kişfkirin û wiha domand: "Niha jî cardin hejmar wekî 3-4 milyonan tê gotin. Hejmar qet neguheriye. Ji ber ku gelê Çerkes di her şerî de hatine kuştin û yên mayîn jî hatine asîmîlekirin. Ji Samsûnê heta Urdunê bi kurdan û tirkan, ermen û kurdan, koorîdorek hatiye avakirin. Lê di dîroka Tirkiyeyê de cih ji Çerkesan re tune ye. Ez dixwazim dîroka gelê xwe bi van xebatan bînim ziman û pêşiya lêkolînê pêşerojê vekim."

'Çepgiran gelên din nedît, dewletê jî derew kirin' 

Genel diyar kir ku çepê tirk salên dirêj polîtîkayek kêmaran nabîne meşandiye û ev tişt anîn ziman. "Di vê pirtûkê de dibe nav li gorî naverokê nebe. Dibe sedema nivîsandina pirtûkê têr venebêje. Ez jî demekê di nav çepê tirk de bûm. Di nav çepê tirk de li hemberî kêmar û cudahiyên civakê nêrînek pir teng heye. Niha jî ev yek neguheriye. Xeletiya vê nêrîna çepê tirk bi têkoşîna neteweya kurd û asata hatiyê û destkeftiyên hildayîn derket holê. Ji ber ku kurdan di vê têkoşînê de piştgiriyî ji çepê tirk negirt. Heman tişt ji bo çerkesan jî derbas dibe. Ji ber vê yekê dilşikestina min a ji çepgiriyê derketiye holê. Mînak çepê tirk daxwaza serxwebûnê ya çeçenan qet girîng nedît lê ji bo Kosovayê pir hasas tevgeriya. Ji ber ku çepgir xwedî li çeçenan derdikevin ev nayê wateya ku daxwazên çeçenan xelet in. Em niha heman tiştan di warê çareseriya pirsgirêka kurd û hewildana derbarê kurdan de jî dibînin. Li ser cudahiya di navbera çerkes û çepgiran de jî ji ber vê yekê bûye."

'Têkoşîna 30 salan a gelê kurd ji gelên din re bû mînak' 

Li ser mijarê Genel anî ziman ku pirtûka wî ji bo nîşandana polîtîkaya înkarê ya 70 salan mînakek e û wiha pêde çû: "Nîqaşên hewildana çareseriya pirsgirê kurd di çapkirina pirtûkê de bûye xwedî rol. Pirtûk 4 sal berî niha hate çapkirin lê ancax min karî îsal çap bikim. Genel diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a 30 salan niha tişta bûyî deskeftiya gelê çerkes û wî pirtûka "Me Şorbeya Xwedê Vexwariye" û hêvî dike ku dê dawiya vê yekê bê. Genel anî ziman ku têkoşîna kurd serê neteweperewstî ya têkoşîna gelê kurd û ji kêmarên din re bûye mînak.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment