Friday, December 25, 2009

‘Serhildana topyekûn’

25/12/2009

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê operasyona hevdem a li dijî nûnerên siyasî û şaredariyên kurd bi zimanekî tund şermezar kir. Însiyatîfê bang li gelê kurd kir ku li hemberî van êrîşên li ser îradeya gelê kurd bêdeng nemînin û serhildanên giştî bi pêş bixin.

LI DIJÎ ÎRADEYA KURD OPERASYONÊN KORSANÎ
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku tenê serhildanên giştî yên gel dikare pêşiya siyasetên îmha û jiholêrakirinê bigirin. Însiyatifê, destnîşan kir ku pêwîst e gelê kurd, dersekê bide desthilatdariya AKP’ê û dewletê û wiha got: “Operasyonên korsanî, li dijî şaredar û nûnerên ku bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin, pêk hatin. Operasyonên korsanî, girtin û kuştin nikare me ji daxwazên me yên azadiyê dûr bixe.”

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ SERHILDANÊN GIŞTÎ
Însiyatîfê, banga serhildana giştî li gelê kurd kir û wiha got: “Gelê kurd vê êrîşa rûmetşikandinê qebûl nake. Pêwîst e, gelê kurd bi giyanê têkoşîn û serhildanên giştî nerazîbûnên xwe nîşan bide. Tenê têkoşîna giştî û serhildanên gelê kurd dikare rê li ber siyasetên tunekirin û jiholêrakirinê bigire” Însiyatîfa Gel a Geverê jî, daxuyand ku li hemberî gelê kurd şerê topyekûn dest pê kiriye. ANF/BEHDÎNAN

No comments:

Post a Comment