Monday, December 28, 2009

‘Hêrsa xwe ji cenazeyan derxistin’


28/12/2009

Demhat TOLHILDAN - BEHDÎNAN
Nasnameyên yek jê jin 7 gerîlayên PKK’î yên di gora tomarî ya li navçeya Elbakê ya Wanê zelal bûn. Şahidê bûyerê fermadarê gerîlayan Kasim Engin diyar kir ku cenazeyên gerîlayan bi panzêran ve hatine girêdan û di erdê re hatine kaşkirin. Engin destnîşan kir ku paşê gerîla xistine gora tomarî.
Di rojên borî de hin kesan îdia kiribû ku di sala 1997’an de li herêma gundê Sefkanê ya bi ser navçeya Elbaka Wanê de di nav gerîlayên PKK’î û leşkeran de pevçûnek derketiye û di encamê de yek jê jin 7 gerîlayên PKK’î jiyana xwe ji dest dane û leşkeran, wan di goreke tomarî de defn kirine. Şahidên bûyerê derbirîn ku cihê bûyerê, heta sal 2005’an jî wekî ‘herêma qedexekirî’ hatiye îlankirin. Şahidan anîn ziman ku piştî demekê hestiyên gerîlayan derketine rûyê erdê û ji aliyê sewalan ve hatine dîtin. Hin mirov bi dizî çûne herêmê û hestî ji nû ve veşartine. Çavkaniyên herêmî jî gorên tomarî piştrast kirin û diyar kirin ku cenaze aydî gerîlayan in. Ji cenazeyên ku nêzî gundê Sefkanê hatine definkirin yek ya gerîlayeke jin e. Fermandarê HPG’ê Kasim Engîn cenaze kengî û çawa hatine definkirin vegot.

ÇALAKÎ HATIYE LIDARXISTIN
Kasim Engîn diyar kir ku cenaze aydî gerîlayên ku di 1997’an de li hemberî qereqolekê çalakî li dar xistine ne. Engîn wiha got: “Em 120 heval li hemberî qereqola gundê Sefkanê çalakî li dar xist. Bi 3 giran qereqol dihat parastin. Di qereqolê de tank jî hebû. Li cem me doçka û roket hebûn. Me hersê gir û qereqol kiribû hedef.”
Engîn got ku wan darbeyeke mezin li qereqolê dane û 2 girên ku qereqolê diparêzin jî îmha kirine. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û 8 hevalên wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Engîn der barê çalakiyê de ev agahî dan: “Çalakî bi serfektî derbas bûbû. Tenê me girek îmha nekir. 3 hevalên me li vî girî şehîd ketin. Hevalên me yên din jî di pevçûnê de şehîd ketin. Bi dehan leşker hatin kuştin.” Engîn got ku ev çalakî, çalakiya herî mezin a wê herêmê bû û wiha berdewam kir: “Di 1996’an de li hemberî qereqola Xoxanê çalakiyek hatibû lidarxistin û ji 30’ê zêdetir leşker hatibûn kuştin. Lê çalakiya li hemberî qereqola Sefkanê ji wê mezintir bû. Bandoreke mezin li ser herêmê kir. Çalakiyeke wisa nedihat hêvîkirin. Me çekên giran bi kar anîbûn û hejmara me jî pir zêde bû.”
Engîn got ku dewlet hêrsa xwe ji cenazeyên gerîlayan derxist û cenaze bi panzêran girêdan û erdê kaş kirin. Cenazeyên gerîlayan li navenda Elbakê teşhîr kirine. Hiqûqa neteweyî û navneteweyî binpê kirine. Engîn diyar kir ku wan piştre agahî girtine ku hevalên bi awayekî komkirî hatine definkirin. Lê cihê wan nezanîn. Piştî ku ji çapemeniyê nûçe hatiye weşandin aşkera bûye û hevalên wan ên wê demê jiyana xwe ji dest dane ne.
Engîn der barê nasnameya gerîlayên ku di gora tomerî de hatine definkirin de wiha got: “Baran Mardîn (Mehmet Akin Aslan an jî Akan Aslan. Di 1974’an de li Mêrdînê ji dayik bûye û di 1991’an de tevli gerîla bûye. Cuma Karker (A. Ozkan Aslan. Di 1997’an de li Qelqeliya Wanê ji dayik bûye. Diyar Kobanî (Alî Bekîrî Hasan an jî Alî Beşîrê Hasan. Ji rojavayê Kurdistanê ye. Di 1995’an de tevli gerîla bûye. Mervan Pazarcik (Huseyîn Yavuz) di 1971’an de li Pazarcikê ji dayik bûye û 1995’an de tevli gerîla bûye. Rizgar Sêrt (Lokman Turksoy) di 1978’an de li gundê Yarbay a Sêrtê ji dayik bûye û di 1994’an de tevli gerîla bûye. Rûgeş Başkale (Hamdî Oyusel) di 1979’an de li Elbakê ji dayik bûye û di 1994’an de tevli gerîla bûye. Newal Karakoçan (Sakîne Kahraman) di 1974’an de li Depê ji dayik bûye û di 1993’an de ji Ewropayê tevli gerîla bûye.” ANF

No comments:

Post a Comment