Wednesday, December 23, 2009

PLANÊN AKP'Ê YÊN TESFIYEKIRINÊ


Hukûmeta AKP hewldanên tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd, li derve jî dewam dike..

Serokwezîrê Tirkiyê, piştî civînên li Emerîka, Iraq û Başûrê Kurdistanê , çû Sûrî...

ERDOGAN JI BO DESTEKA HÊZÊN DERVE BISTÎNE 
ÇÛ SURIYÊ

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di çarçoveya xebatên hevkar yên tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd de, çû Sûrî û ji aliyê Serokwezîrê vî welatî Muhammed Nacî El Otrî ve hat pêşwazîkirin..

Erdoğan, li Şamê tevlî civîna 'Konseya Hevkariya Stratejîk' bû..

Di civînê de, mijara sereke jî, şerê hevpar ê li dijî PKKê bû..

Piştî civînê, heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn..

Erdogan vê êvarê jî, bi Serok-komarê Sûrî Beşar Esed re tê cem hev...

Tirkiye, mîna ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê kir, li Sûrî jî li hemberî berjewendiyên aborî, wê daxwaza şerê li dijî PKKê bike..

Beşar Esad, berî demekê jî bi daxuyaniyekê gotibû, ew destekê dide pîlanên tesfiyekirinê yên Tirkiyê dimeşîne...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment