Thursday, December 24, 2009

'Kîjan çiqilê dara berûyê di ku dera we de çû?'


24/12/2009

AMED - Piştî daxuyaniyên AKP'e û Serfermandariya Giştî yên siyaseta kurd wekî hedef nîşan didin, pratîk van gotinan bi operasyona hevdem a li 10 bajaran li hemberî şaredarên DTP'yî pêk hatî, encam bû. Baydemîr têkildarî binçavkirina 80 kesên Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, şaredar û parlementerên berê di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi pirsa, "Kîjan aliyê dara berûyê çû di kûre we re?" ji hikûmetê kir û binçavkirin bi tundî şermezarkirin. Baydemîr anî ziman ku kî ji ketina girtîgehê û ji bedeldayînê bitirse namerd e.

Rêxistian BDP'ê ya Amedê bi armanca şermezarkirina operasyona li 10 bajaran bi hevdemî pêk hatî li ber avahiya bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Parlementer Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel,Emîne ayna û bi hezaran kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi hezaran kesî bi yek dengî sloganên, "Bijî Serok Apo", "Tolhildan", "Lawir Arinç" û "AKP xwe şaş neke sebrame xilas neke" avêtin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Alî Aydin operasoyna di 14'ê nîsanê de li dijî DTP'ê pêk hatî bi bîr xist û wiha axivî: "Vê pêvajoyê bi avêtina çala mirinê ya Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan berdewam kiriye. Herî dawî bi girtina DTP'ê êrîş derketine asta herî jor. Niha jî bi vê operasyonê êrîş berfirehtir kirine. Di nav de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî heyî 80 şaredar, rêvebrên nû berê hatine binçavkirin. Deriyên hevalên me yên hatine binçavkirin hatine şikandin, malênwan hatine serobinokirin û bi awayek derveyî rêz û exlaqî hatine binçavkirin. Ev pêkanîn il welatên totalîter û dîktatorî pêk tên."

Operasyon dê li ber şaredariyê bên protestokirin

Aydin anî ziman ku li hemberî vê zordariyê gelê kurd dê heta nûnerên wan serbest bên berdan têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne û ev tişt gotin: "Em dê sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên cem hev. Heta hevalên me serbest bên berdan, em dê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li hemû rêxistinên xwe yên bajarên derdorê jî dikin ku sibê li ber şaredariyê bên cem hev." Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî da zanîn ku bi mehan e projeya tasfiyeyê cuda nîşan dane û heta îro anîne. Baydemîr wiha domand:


'Kîjan çeqê berûyê çû di kîjan ciyê we re'

"Wezîrê Karên Hundir digot dê hewildana wan di demek kin de bikeve jiyanê. Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car hewildanek hate destpêkirin, lê mehek piştre DTP'ê hate girtin. Parlementerî hatin daxistin. Ligel hemû tiştî me bi hêviya aştiyê xwest berê xwe bidin sîne-î milet. Duh 98 şaredarên me û 10 serokên meclisên giştî yên bajar derbasî BDP'ê bû. Koma me ya parlementoyê cardin ji bo xwedî li hêviyê derkeve berê xwe da Meclisê. Hemen piştî vê 16 jê şaredarên berê û niha 80 hevalên me hatine binçavkirin. Ev bi armanca tasfiyeyê ye. Me duh çeqên dara berûyê ji bo aştiyê bilindkirin, lê ez ji hikûmet û serokwezîr dipirsim: kîjan çeqê dara berûyê çû di kîjan ciyê we re."

'Yê ji bedelan bitirs e namerd e'

Baydemîr diyar kir ku projeya tasfiyeyê wiha berdewam bike dê rojek bê kesek hûn destê wan bigirin li holê namîne û wiha domand: "Viya nekin, guneh e, şerm e. Em wekî hilbijartiyên vî gelî bang li hikûmetê dikin. Kî ji bedel dayînê, ji razana girtîgehê ji mirinê bitirs e namerd e. Fikara yek ji me ya wiha tune ye. Tenê fikarek me heye ew jî dayîk, zarok û gel zêdetir bi canê xwe van bedelan nede. Yên hatine binçavkirin kîjan hiqûq binpêkiri bin em jî heman hiqûqê binpê dikin. Aqilê dewlet û hikûmetê, hûn çi dikin? Hûn dixwazin gel dakeve kuçeyan. Du roj berî niha wesayîta parlementerekê hate rawestandin. Çapenî ev du roje dide û pirsa 'Çawa wesayîta parlementerekê tê rawestandin' dike.
Ji bo xwedê 16 şaredar û hilbijartî hatine binçavkirin, rêza we ji vî gelî re ev e gelo?" Baydemîr bang li gel kir û diyar kir ku dê li ber Şaredariya Bajarê Mezin bên cem hev. Baydemîr da zanîn ku dê an wan jî bigirin an jî dê hevalên wan berdin.

'Ev gotina me ya dawî nîne'

Li ser mijarê Baydemîr wiha got: "Ev gotina me ya dawiyê nîne. Ji bo gotin neqede bi aqil tevbigerin. Bi aqil tevbigerin ku gotin bi dawî nebe. Em ji yên me wekî baz û kevokan cuda dikin re jî dibêjin 'bicehnimin'. Hûn tenê kurdek îhanetê li xwe bike jî peyda nakin. Şêx Seîd Îhanet dît, Seyîd Riza dît lê êdî kurdên niha îxanetê nagirin." Parlementer Kişanak jî operasyon wekî terora dewletê nirxand. Kişanak anî ziman ku 2 milyon û nîv mirov di bin çavan de ye. Kişanak bang li hemû derdorên demokratîk û gelê kurd kir ku sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bigihin hev.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment