Friday, December 25, 2009

‘Tokat mesajek bû’


25/12/2009

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Serokê navenda Parastina Rewa Duran Kalkan destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd, bi çalakiya Tokatê, bi zimanê dewleta tirk ya şerxwaz bersiv da û mesajeke girîng da dewleta Tirkiyeyê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan der barê çalakiya Tokatê de, wiha got: "Desthialdairya AKPê, di bin navê ‘berlêvekirinê’ de pêvajoyeke nû da destpêkirin. Amerîka jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Pêvajo tefsiyekirina Tevgera Azaidya Kurd û destketiyên gelê kurd e. Mixabin hin ji rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê jî tevlî vê pêvajoyê bûn. lewre pêvajo bi lîstik û tehlûkeyan dagirtî ye, pêwîst e gelê me şiyar be.”

JI DIYALOGÊ RE AMEDE NE
Kalkan dazanîn ku tevgerê ji dewleta Tikriyeyê xwest ku eniya kurd ji bo çareseriyê dilsoz e û amade ye ku binbarî û berpisiyairyên xwe bîne cih û got: “Serokatiya me jî ev dilsozî nîşan da. Tevgera me û gelê kurd teva got, bi Rêber Apo re diyalogê deynin. Em wekî PKK jî ji bo diyalogê û hevdîtinan amade ne. Li bersiva dewleta tirk operasyon, êrîşkeriyên nijadperestî û lîncênn faşîzane bûn.”
Kalkan da zanîn ku bêyî PKK’ê çareseriya pirsgirêka kurd ne mimkun e û got: “Eger bi rastî, dê dewleta Tikriyeyê demokratîk bibe, pêwîst e pirsgirêka kurd jî di çareçoveya demokratîkbûnê de çareser bike. Ji bo vê jî nûnerên gelê kurd hene û temsiliyeta gelê kurd ya îradî heye. Eger dewleta Tikriyeyê vê îradê nas neke û ji nedîtî ve bê, ew ê çawa pirsgirêkê çareser bike? Eger PKK li derî siyaseta demokratîk bê hiştin, ev tê wateya ku dewlet naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike.”

‘RÊ LI BER PKK’Ê VEKIN’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dura kalkan, daxwaz kir ku desturê bidin PKK’ê ku siyaseta demokratîk bike û got: “Eger derfetên pêkanîna siyaseta dmeokratîk bê dayin, PKK siyaseta çekdarî nake, ew ê çek derbixe derî siyasetê û di nava siyaseta demokratîk ya civakî de cihê xwe bigire.”

AMERÎKA ÇI DIFIKIRE?
Kalkan destnîşan kir ku li ser çareseriya pirsgirêka kurd, Tikriye û Amerîka wekî hev nafikire û got: “Amerîka ji Tikriyeyê rastir û dilsoztir nêzîkî çareseiryê dibe. Tirkiye hîna riyên klasîk diparêze. Amerîka van riyên klasîk wekî çareserî nabîne. Amerîka rastiyê dibîne û başdizane ku bi riyên klasîk yên hatine ceribandin pirgsirêka kurd çareser nabe.”

NAVNÎŞANÊN ŞAŞ…
Kalkan, li ser pêvajoya serdanên başûrê Kurdistanê û daxwaza Tirkiyeyê ya tevlikirina hêzên Başûr jî bi van gotinan nirxand û got: “Dewleta Tirkiyeyê, ji bo ku hêzên başûrê Kurdistanê tevli pêvajoya tefsiyekirinê bike, zext û zorê dike. Bi vê siyasetê jî dixwaze ku kampa Maxmûrê tesfiye bike. Desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê, naxwaze ratsiyê bibîne. Dibine qurbanê vê kevneşopiya nijadpesrstî. Bi zorê çareserî çênabin û bi zorê ew nikarin kesî jî bibin Tirkiyeyê. Gelê Maxmûrê ji zext ûzora dewleta Tikriyeyê reviyaye. Gelo li Tirkiyeyê çi hatiye guhertin ku gelê Memûrê vegere? Ev hewldanên pûç in.”
Kalkan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê, li navnîşanên şaş digere û got: Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka kurd, bi Amerîka, Ewropa, başûrê Kurdistanê, Iraq, Sûriye û Îranê re hevdîtinan dike, lê bi xwediyê pirsgirêka kurd re hevdîtinan nake. Ev jî dide xuyakirin ku detshiladariya AKP’ê, dixwaze ku pirsgirêka kurdan bê kurdan safî bike. Ev jî tê wateya tefsiyekirina tevahiya kurdan. Ne gelê kurd ne jî Tevgera Azadiya Kurd vê siaysetê erê dike. Bêguman wê dijberiya xwe jî destnîşan bide.”
KONGREYA NETEWEYÎ
Kalkan, girîngiya Kongreya Yekitiya Neteweyî anî zziman got: “Dewleta Tikriyeyê û desthilatdariya AKpê ne dostê hêzên başûrê Kurdistanê ye jî. li gel dewleta Tirk û AKPê, Kurd kurd e. Hebûna Kurdan wek têkçûna xw edibînin. Pêwist e êrîşkeiryên hêêzn çekdar yênd ewleta Tirk ku bi fermana serokwezîrê Tkriyê Tayip Erdogan, Kurdan li kolanan, li malan dikujin bibînin. Girtina DTP’ê ya derî hiqûqî bibînin û tesfiyekirina siyasetmedarên wekî Ahmet Turk bibînin. Ev teva rûdanên kirêt û gemarî ya desthilatdariya AKP’ê nîşan dide. Pêwîst e bê zanîn ku xilasiya kurdan, başûrê Kurdistanê jî di nav de bi Yekitiya Neteweyî ve girêdayî ye. Rêber Apo jî, girîngiya Konferansa Yekitiya Netweyî anî ziman. Pêwîst e rewşenbîr, siyasetmedar, demokrat û rêveberên siyasî yên başûrê Kurdistanê rastiya kurd bibînin û li hemberî hêzên derve û hêzên dagirekr serê xwe netwînin. Baş zanibin ku pêk anîna Kongerya Yekitiya Newteyeyî bingeha çareseriya pirsgirêka kurd a li 4 parçeyên Kurdistanê ye.”

‘TOKAT NÎŞANEYEK E’
Kalkan detsnîşan kir ku, dijberiyên li dijî Rêber Apo, xeta sor ya gelê kurd û gerîlayên kurd e û got: “Eger li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiryarên nebaş û nemirovane pêk bên, kes nikare rê li ber gerîlayên kurd, li ber ciwanên kurd bigire. Mînaka vê yekê di têkoşîna gelê kurd û bûyera li Tokatê de pêk hat. Hêvî ew e ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê van mesajan fêm bikin û baş binirxînin.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment