Thursday, December 31, 2009

Li Pirsûsê 'Konê aştiyê' vebû


31/12/2009

Karkerên Şaredariya Pirsûs a Rihayê, bi mebesta şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê nîv rojê dest ji kar berdan. Li aliyê din Endamên Meclîsa Şaredariyê li pêş şaredariyê 'Konê Aştiyê' vekir. Li aliyê din Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, 'Nobeta Aştiyê ku bi armanca şermezarkirina li dijî operasyona BDP'ê û girtina Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Muharrem Erbey, dabû destpêkirin bi dawî kirin.
Li Navçeya Pirsûs a Rihayê 210 karker û karmendên şaredariyê, bi armanca operasyona li dijî BDP'ê û girtina Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn şermezar bikin, heta danê nîvro dest ji kar berdan. Nûnerê Genel Îş'ê yê Herêmê Sadik Demîr, diyar kir ku hikûmetê nikarîbû Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn bi riya hiqûqê tasfiye bikira, serî li riya bêhiqûqî dan. Demîr, anî ziman ku dê têkoşîna wan a li dijî bêhiqûqiyê bidome. Nûnerê Genel Îş'ê yê Pirsûsê Mustafa Coşkun jî anî ziman ku wekî darbeya 12'ê îlonê û faşîzma Hîtler de şaredarên wan hatin girtin û wiha got: "Di şexsê şaredaran de tê xwestin ku têkoşîna aştî û demokrasiyê tasfiye bikin. Lê dê li hemberî vê yekê têkoşîna me bidome. Ji bo ev operasyon û binpêkirin bi dawî bibin em dest ji kar berdidin."

KONÊ AŞTIYÊ VEKIRIN
Her wiha li aliyê din Endamên Meclisa Şaredariyê jî bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û şeredaran li ber Şaredariyê 'Konê Aştiyê vekir. Konê ku 24 saetan vekiri bimine ji aliyê endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ve rastî eleqeyek mezin hat. Li kon wêneyê Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn hate daliqandin. Endame Meclîsa Şaredariyê Muslum Baran û Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mehmet Sitki Dehşet, di ziyareta 'Konê Aştiyê' de axaftin kirin û polîtîkaya Hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

NOBETA AŞTIYÊ BI DAWÎ BÛ
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi armanca şermezarkirina, serdegirtina li dijî komeleya wan çalakiya nobedariyê ya 2 rojan dabû dest pêkirin. Gelek sazî û dezgehan jî piştgirî dan çalakiyê û çûn ziyerata komelê. Piştî nivro endamên Meclîsa Şaredariyê ÎHD'ê ziyaret kir û serdagirtin şermezar kir. Di ziyaretê de hate diyarkirin zext û zordariyên li ser saziyên kurdan nayên qebul kirin û xwestin dest ji vê yekê bê berdan. ESP'ê jî ÎHD ziyaret kir û piştgiriya xwe ani ziman. Aliyê din rêveberên Komeleya Sarmaşikê jî komele ziyaret kir.

JI 72 SAZIYAN SERDAN
Di nava rojê de parlamenter, şaredar û rêveberên BDP'ê yên Amed, Şaxa ÎHD ziyaret kirin. Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ya ji 72 saziyên pêk tê piştî li ber Edliyeya Amedê daxuyani dan çapemeniyê bi girseyî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin. Di nav endamên platfomê de parlementerê Êlihê yên BDP'î Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz jî di nav de diyar kirin ku ÎHD li navneteweyî û welat de saziyekî sivîl ya herî girîng e û zextên li ser ÎHD'ê şermezarkirin.
Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, diyar kir ku di şerên cîhanê de li hemberî cihên pîroz êrîş nehatine kirin û wiha got: "Lê îro cihên kurdan yên piroz û qîmet digrin bin piyan. Saziyekî wekî ÎHD'ê divê bê parastin lê rastî pêkutiyên nebaş tê. Serokên bi dengên gel hatî tên girtin. Tu kes vê nêzikahiyê qebul nake."
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu jî sipasiya xwe ji bo hemû saziyan kir û ani ziman ku pirtşgiriya îro jî bo ÎHD'ê tê kirin gelek watedar e.
Di nava rojê de bi sedan kesan avahiya ÎHD'ê ziyaret kir û şevê jî ziyaretan domkir. Endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê û Hewildana Aştiyê ya Amedê komele ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nobedariyê heya direng şevê domkir. AMED - RIHA

Xebatkarên DÎSKÎ kar berdan
Xebatkarên DÎSKÎ yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, çalakiya berberdanê ya saetekê li dar xistin.
Xabatkarên DÎSKÎ'yê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê, li ber avahiya xizmetê civiyan û dirûşmeyên "Pêkutî me bêzar nakin" û "Vîna siyasî nayê astengkirin" avêtin û bi çepîkan girtin şermezar kirin. Xebatkarên ku girtin şermezar kirin, ji bo saetekê kar berdan. Li ser navê kedkaran Metîn Evran, daxuyanî xwend û diyar kir ku ji ber li Tirkiyeyê şerê asta jêr tê meşandin, bi 10 hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Me pêvajoyên ku bi mîlyonan mirov ji cîh û xwe durketine jiya. Piştî van tiştên hatin jiyîn, bi destpêkirin pêvajoya demokratîk, siyasetmedar û hilbijartiyên kurd bêhiqûqî û bi biryarên siyasî hatin girtin."
Evren, balkişand ser pêla girtinê ya li dijî kurdan û wiha axivî: "Hilbijartiyên vîna gelê kurd, bi awayekî mînayêka wê li cîhanê nîne dest kelepçekirî derxistin edliyeyê û ew girtin." Evren, anî ziman berpirsiyarê êrîşan tekanê desthilatdariya AKP'ê ye û pêkanîna biryara siyasî şermezar kir. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment