Tuesday, December 22, 2009

"NE BI ÇEKAN, BI AŞTIYÊ RE BE"

"NE BI ÇEKAN, BI AŞTIYÊ RE BE"

Komeleya Mafê Mirovan, li dijî hewldanên lînckirina gelê Kurd, doh êvarê çalakî dan destpêkirin...

Nobeda Aştiyê bi slogana "Ne bi çekan, bi aştiyê re be" wê 4 hefteyan dewam bike..

Li dijî girtina DTPê, êrîşên li dijî gelê Kurd, hewldanên lînckirin û qetilkirina 3 Kurdan li Amed û Kop'ê, Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê nobeda aştiyê da destpêkirin..

Endamên ÎHD doh êvarê li Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê kom bûn, sloganên  "Nebi çekan, bi aştiyê re be" û "Bijî biratiya gelan" gotin û rahiştin sembolên ronahiyê çira û fanosan..

Piştî çalakiya rûniştinê, Seroka Şaxê ÎHD'ê Gülseren Yolerî daxuyaniyek da û bal kişand ser hewldanên sorkirina dijminahiya di navbera gelan de..

Yolerî diyar kir ku hin beşên nijadperest, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka Kurd a aştiyane naxwazin û ji bo armancên wan bicih werin, hewldanên provokatîf dikin..

Yolerî anî ziman ku ji her dilopa xwîna biherike, berpirsiyariya hukûmeta AKP heye û bang li gelên Tirkiyê kir da ku ji bo aştî demokrasî û biratiyê, têkoşînê xurt bikin..

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment