Saturday, December 26, 2009

Dayîkên Şemiyê: Ne parêzerên windayan kujerên wan bigirin

Dayîkên Şemiyê: Ne parêzerên windayan kujerên wan bigirin
Dayîkên Şemiyê di hefteya 248'an de balkişandin ser girtina nûnerên gelê kurd û parazvanên mafên mirovan û xwestin li şûna parêzvanên windayan kujerên wan bên girtin.

Dayîkên Şemiyê di hefteya 248'an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayîkan pankarta, "Ne parêzerên windayan kujerên wan bigirin" vekir, wêneyên windayan û kulîlk hildan. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyanî xwed û balkişand ser girtina nûnerên kurdan û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Arcan anî ziman ku di encama serdagirtinê de gelek dosyayên derbarê windayan de hatine desteserkirin û bi fikarên ku ev bên windakirin. Arcan wiha axivî: "Ji arşîva me Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir, Wezareta Dadê, Serfermandariya Giştî û Serdozgeriya Komarê ya Amedê berpirsyar in."

'Bi bêdengkirina siyasetê hûn dê çareseriyê bînin?'

Li ser mijarê Arcan bang li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir ku li şûna parazvanên mafên mirovan û windayan kujerên windayan bigire û wiha domand: "Dewlet li şûna kujerên windayan parêzerên wan qetil dike. Lazim e derbarê vaen berpirsyaran de di zûtirîn demê de lêpirsînê bide destpêkirin. Îtîrafên Yildirim Beğler di çapemeniyê de derketin, çima derbarê van de tiştek nayê kirin. Qetilkirin û kujeran vedibêje."

Piştî daxuyaniyê serpêhatiya Abdurrahman Demîr ku di sala 1995'an de li Navçeya Omeriya Mêrdînê hate binçavkirin û cardin agahî jê nehat girtin, hate vegotin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment