Saturday, December 26, 2009

Çelîk: Em jî heman sûcî dikin


26/12/2009

Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Demîr Çelîk li ber avahiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku tewambariya ji bo hevalên wan hatiye kirin, ji bo xwe jî qebûl dikin û hevalên wan çi sûc kiribe ew jî heman sûcî dikin.
Serokê Giştî yê BDP’ê Demîr Çelîk têkildarî operasyona li 11 bajaran li hemberî şaredar û rêveberên BDP’ê pêk hatî û di encamê de zêdetîrî 85 kesan hatine girtin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Çelîk, ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Parlamenterên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ozdal Uçer, Emîne Ayna, Fatma Kurtulan, Bengî Yildiz, Îbrahîm Bînîcî, Sevahîr Bayindir û Gulten Kişanakê xîtabî bi hezaran kesên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civiyan kir.
Çelîk bibîrxist ku operasyon bi saetan piştî rozet girtinê ya şaredarên wan de pêk hatiye û got, ev rewşeke manîdar e. Çelîk diyar kir ku ew li hemberî polîtîkayên bi armanca çewsandina gelê kurd tên meşandin nerazîbûna xwe tînin ziman û ew ê israra xwe ya ji bo vê yekê bidomînin.
Çelîk da zanîn ku cereke din rastiya ‘berlêvekirina demokratîk’ a Hikûmeta AKP’ê derketiye holê. Dînamîkên me yên ku tê xwestin ku zeîf bêne hiştin; çaw duh li ser piyan mabin îro jî dê li ser piyan bin.
Çelîk got ku ew wekî BDP ji bo hembêzkirina herkesekî amade ne û wiha got: “Heke ji bo pirsgirêka kurd çareserî tê xwestin, ev bi hatina cem hev a aştîxwaz û demokratên Tirkiyeyê re mimkûn e. Heke çereseriyek tê xwestin ev encax bi BDP’ê re mimkûn e.” Li ser pirsa rojnamegerekî ya ‘pêvajoyê aştiyê bi dawî bû?’ Demîr wiha got: “Tiştekî bi dawî bûyî nîn e. Ji bo ku ev pêvajo ber bi aştiyê ve biçin, duh çawa xebitibin îro jî dê wisa xebatên xwe bidomînîn.”
Serokê Giştî yê BDP’ê tevi parlamenter û rayedarên partiyê çû parlamentoyê Edliyeya Amedê û piştî ji edliyêyê jî derketî wiha got: “Tewambariyên ji bo hevalên me pir balkêş in. Me jî heman sûc kiriye.” AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment