Wednesday, December 23, 2009

Êdî tax û mezra jî qedexe ne


23/12/2009

Walîtiya Colemêrgê piştî zozanan hin tax û mezra jî weke “herêmên ewlehiyê” îlan kirin û çûn û hatina sivîlan heta 20’ê adara 2010’an qedexe kir. Cihên hatine qedexekirin wiha ne: Taxa Bozkayayê, Yayla Tepe, Çerte Tepe û Girê Kelbera, Girê Kerî, Girê Pey, Girê Kayisî, Girê Hişarta, Girê Spî, Girê Perman Sor, Ayranli, Girê Gulê, Girê Servet, Girê Eger, Girê Çîçeklî, Girê Bidlîsê, Girê Beybûta, Taxa Kilalavûzê û derdora wê. Herêma 2'yemîn jî ji herêma nêzî navçeya Elkê û Şirnexê dest pê dike heta Kaniya Şêxelî, Girê Marîne, Xeta Uzanimê, Girê Sîvrî, Taxa Mezrayê bi Girê Rex, Girê Geçît, Girê Bênav û gelek deverên din ên nêzî Şirnexê. Herêma 3'yemîn jî cihên bi ser navenda Colemêrgê ve yên wekî Girê Keven, Mezraya Çagliyan, Girê Hakan, Girê Guven, Mezraya Dîbekcikê, Girê Dolataîn, Girê Kuma, Gundê Ortaklarê, Mezraya Çubukluyê, Geliyê Çubukluyê, başûr rojhilatê Çiyayê Qendîlê, Çiyayê Kirikê û gelek deverên din. Her wiha li herêma 1'emîn jî girên Tahtataş, Yuksek, Kuru, Kîlît û mezrayên Jêrîn û Akdemîrê û gelek derdorên nêzî van deveran. Careke din bi ser taxa Ulaşliyê girê Kelek, zozanên Şato û Karakoşê jî hatin qedexekirin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment