Tuesday, December 29, 2009

Bi kurdî stran got hate kuştin


29/12/2009

ENQERE - Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê welatiyê bi navê Emrah Gezer, ji ber ku di pîrozbahiya rojbûna hevalê xwe de stranên kurdî got, ji aliyê polîsekî sivîl ve hate kuştin. Şahidin bûyerê diyar kirin ku polîsê sivîl bi zanebû gule berdan Gezer. Polîsê bûyer kîrî hate girtin û bûyer wekî "Bûyera sedema staranên kurdî derketî" hate bi navkirin.

Welatiyê bi navê Emrah Gezer (29) ku ji Navçeya Ferqînê ya Amedê ye û ji sala 1994'an heya niha li Enqereyê dijî ji ber di rojbûyina hevalê xwe de bi kurdî strî hate kuştin. Li gorî îdîayan bûyer wiha pêkhat; Emrah Gezer, di 27'ê kanunê de li Semta Kavaklidereyê ya girêdayî Navçeya Çankayayê ya Enqereyê tevlî pirozbahiya rojbûna hevalê xwe bû. Heya direngî şevê bi hevalên xwe re kêf û şahî kir û piştî mûzîka zindî xilasbû ji hevalên xwe re stranên kurdî got. Li ser vê yekê hinek kesên li ser mesaya din yên ku tîmên taybet jî di nav de mudaxeleyê li gotina staranên kurdî kir. Komê gelek hekaret û dujûn li Gezer û li hevalên vî dan. Li ser vê yekê di navbera van de niqaş derket. Jina bi navê Sînem Uludag û polîsên bi navê S.A. û L.A. ji ber ku Gezer staranên kurdî got nîqaş derxistin. Xwediyê lotikxanê mudaxeleyê li nîqaşan kir û nîqaş li derva domkir. Piştî Gezer ji lotikxanê derket ji aliyê polîsê bi navê S. A. ve bi 3 guleyan hate kuştin.

Bêtehemuluya stranên kurdî di girtînameya polîsan de jî hate nişan dan

Piştî bûyerê polîsê bi navê S. A. hate binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. S.A dê îro derxin dadê û dê bi "cînayetê" bê darizandin. Bûyer di girtînameya polîsan de "Sedema strana kurdî bûyer derket" hate nivîsandin. Li aliyê din birayê Emrah Gezer yê jiyana xwe ji dest dayî Ramazan Gezer yê li gel birayê xwe kêf dikiri jî hate binçavkirin. Hate zanîn ku kujerê Gezer li herêmê di nav tîmên taybet da xebitiye û niha jî li Qeroqola Polîsan a 10 Nîsanê di xebite.

'Polisan raste rast Emrah armanc girtin û gule berdanê'

Şahidê li cihê bûyerê yê ku nedixwast navê xwe bêje, diyar kir ku bi 5 hevalên xwe re ji bo tevlî pîrozbahiya rojbûna hevalê xwe bibin çûn kêfê. Şahêdê bûyerê anî ziman ku piştî mûzîka zindî xilas bûn wan staranên kurdî gotin. Şahidan, destnişan kir ku koma li ser maseya li rex wan ya timên taybet û jina bi navê Sînem Uludag neheqî li wan kir gotina "PKK'iyên pis, cihê PKK'î lêbin ez lê rûranêm" kirine. Şahid, bilêv kir ku Uludagê şuşeyê avê avêtina wan û bûyer mezin bûye, li ser vê yekê garson ketin navberê. Şahidê bûyerê wiha got: "Jinê her tim dujîn didan. Pişt re xwediyê mekanî di serî de ew derxistin derva û pişt re jî em derketin. Dema ku em derketin derva dengê çekan hat û me dît Emrah kete erdî. Polîs raste rast Emrah nişan girt û kuşt."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment