Saturday, December 26, 2009

Nîşaneyên senaryoya operasyona DTP'ê

Nîşaneyên senaryoya operasyona DTP'ê
Dadmendên girtina Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, şaredar û endamên BDP'ê şermezarkirin, pêvajoya darizandinê wekî lîstikekê nirxandin. Dozgerên bi hinceta 'biryara nepenîtiyê' agahî nedan parêzerên mexdûran, wekî endamên çapemeniyê agahiyên qaşo nepenî pêşkêşî çapemeniyê kirin. Daraza tirk a têk çûyî cardin li Amedê bi hemû zelaliya xwe li ber çavan hate raxistin. Yekem car parêzer bi sedema "Darizandin lîstikek e, ne edalet siyaset li edliyeyê tê îcra kirin" beşdarî parastinê nebûn.

Ji 28 kesên ji BDP'yî, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey pêk tê ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, 23 jê hatin girtin. Pêkanîna ku piştî operasyona 14'ê îlonê wekî duyemîn operasyona herî befireh a li hemberî siyaseta kurd, wekî destpêkek nû tê nirxandin. Lê pêkanînên di pêvajoya operasoyanê de hatine meşandin, bi tevahî têçûka daraza tirk li ber çavan raxistin. Dozgerên bi hinceta "Nepenîtiya dozê heye" agahî nedan parêzeran lê ji çapemeniya tirk jî bi nûçeyên di bin destî de hatin pêşkêş kirin, hate dagirtin. Dadmenden ev helwesta dozgeran protesto kir û daxuyandin ku doz bi tevahî di çarçoveya operasyona psîkolojîk tê tê meşandin.

Armanc rencîde kirine

Dadmenên mijar nirxandin balkişandin awayê binçavkirina şaredar û siyasetmedarên kurd, mînaka binçavkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bi bîr xistin. Dadmenên bi birxistin ku binçavkirina Sadak jî wekî ya Parlementerê DEP'ê Orhan Dogan pêk hatiye û ev yek wekî rencîdekirina îradeya kurdan hate nirxandin. Dadmendan diyar kirin ku tê xwestin bi van dîmenan cardin salên 90'an bi gel bidin hîsirin û cardin vegerin wan salan. Deriyên şaredaran hatine şikandin û hatine binçavkirin. Dadmendan daxuyand ku kelepçekirina destên wan û xistina şaredaran a rêzê jî bi temamî pêkanînek psîkolojîk e û bi vê yekê peyam ji gelê kurd re hatiye dayîn.

Mantiqê girtîgeha Amedê ne guheriye

Li gorî dadmendan pêkanînên li hemberî siyasetmedarên kurd di heman demê de neguherîna mantiqê pergala tirk a li hemberî kurdan jî radixe ber çavan. Dadmendan balkişandin ser van xalan: "Piştî Darbeya 12'ê Îlonê pergala tirk a bawer dikir ku dê bi rencîdekirina rûmeta kurdan, bi zilm û zordariya hovane kurda bêzar û bêîrade bike. Ji bo vê pîsatî bi kurdên girtî dabû xwarin û mişk xistibûn devê wan. Her wiha hovatiyên li wir hatîn kirin niha dibe mijara belgefîlm û çîrokên qehremaniyê. Hovîtiya ji bo bêîradekirina kurdan hatî kirin, di encama berxwedana gelê kurd kurd de îro bûne sembûl. Kesên di nav vê berxwedanê de cih girtîn bûn, sembol. Berxwedana li hemberî vê hovatiyê îro gelê kurd aniye astek ku tu caran dest ji azadiya xwe berne de lê hêj jî mantiqê pergalêders ji vê yekê negirtiye. Pergala bawer dike ku bi xistina rêzê û kelepçe kirina parlementer, şaredar û siyasetmedarên kurdan dê asta van kesan a di nav civakê de kêm bike. An jî bawer dike ku gelê kurd van dîmenan bibîn dê bitirs e. Berxwedana gelê kurd a 30 salan êdî bi van lîstikên hêsan û bêwate bêzar nabe. Lazim e ev bê zanîn."

Têbiniyên darizandinê

36 kesên hatibûn binçavkirin di seatên sibê de anîn Edliyeya Amedê piştî îfade girtina 9 seatan 8 kes serbest hatin berdan û 28 kes jî bi hinceta, "Endamtiya rêxistinê" şandin 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran. 6 dozgerên bi rayeya taybet îfade girtin. Dozgeran îdîaya, "Baskê KCK'ê yê Tirkiyeyê" dubare kir. Dozger wekî doza berî niha jî delîl axaftinên telefonên nîşan da. Buroya Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP'a hatî girtin jî wekî navenda KCK'ê hate nîşan dan. Her wiha beşdariya Roj TV û cenazeyên HPG'yiyan jî wekî palpiştên endamtiyê hatin nîşan dan. Her wiha pirsa, "We çima zirar da binesaziya Îdareya Malan a Giştî ya Serokwezîrtiyê" ji Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Yaşar Sari hate kirin. Ji Dîce û Sadak jî pirsa, "Hûn bi Sabrî Ok re diaxivin an na" hate kirin. Dîcle û Sadak jî daxuyandin ku hevalê wan e û diaxivin.

Parêzer Reyhan Yalçindag, Mehmet Emîn Aktar, Sezgîn Tanrikulu, Selahattîn Çoban balkişandin ser pêvajoya darizandin ê û daxuyandin ku bi tevahî lîstikek hatiye lîstin. Her wiha bi taybetî nûçeyên berî niha di rojnameyên nêzîk cemaeta Gulen de yên kurdan hedef nîşan didin û bingeha girtinan amade dikin, berfirehiya senaryoyê nîşan didin. Piştî îfadeya 36 kesan qediya hêj dozger ji odeya xwe derneketîn, parêzeran tu daxuyanî nedayîn çapemeniya hikûmetê biryar aşkera kir û daxuyand ku 8 kes serbest hatin berdan û 28 kes jî bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ev mijar ji dozgeran pirsîna lê bersiva, "Em çi dizanin kî daye" daye wan. Yalçindag anî ziman ku ev mijar jî nîşan dide ku darizandin senaryoyek e û biryar di zûde hatiye dayîn. Li ser vê yekê parêzer ji edliyeyê derketin û daxuyandin ku parastinê nakin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment