Monday, December 28, 2009

Em jî KCK’î ne


28/12/2009

Çalakiyên ‘Em jî KCK’î ne’ gur dibin
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi hezaran jinên ku bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 BDP'iyan li ber Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Taxa Cudî li hev kom bûn, heta ber BDP'a Sîlopî meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên MEY-DER'ê jî amade bûn. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmên "Êrîş me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Erdogan kerdogan tu bi qurbana Ocalan", " Em hemû KCK'î ne" û "Destê dirêjî vîna me dibin bila bişkên" berz kirin.
Piştî jin gihiştin ber BDP'ê du deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Rêvebera BDP'ê Ozlem Kutlu, operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir. Kutlu anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkar û îmhaya kurdan ji salên 1990'î de didome û niha jî bi şeweyekî din didome. Kutlu, anî ziman ku kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê bi têkoşîna xwe pûç derxistine û dê ji niha û şûnde jî pûç bikin.
Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir. Endam û nûnerên Platforma Demokrasiyê li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê civîna çapemeniye pêk anîn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz Sedat Gozkiran, daxuyanî xwend. Gozkiran, binçavkirin, girtin û êrîşên li dijî BDP'ê şermezar kir û anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê bi vê operasyonê helwesta xwe ya li hemberî mafên mirovan zelal kiriye. Gozkiran, da zanîn ku hikûmet nikare bi polîs, dozger û hêza şîdetê pirsgirêkê çareser bike û xwest hemû kesên mafên mirovan diporêzin li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Gozkiran, da zanîn ku dê têkoşîna wan a li hemberî binpêkirina mafan bidome û xwest kesên hatine girtin zû serbest bêne berdan.

WÊRANŞAR LI SER PIYAN BÛ
Li navçeya Wêranşarê jî bi beşariya 10 hezaran kesî operasyon hate şermezarkirin. Girseya li ber Dibistana Dumlupinar li hev kom bûn, wêneyên Şaredara Wêranşarê Leyla Guven û Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn bilind kirin û dest bi meşê kirin. Li gel Şaredarê Serêkaniyê Prz. Îsmaîl Arslan rêveber û endamên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl nêzî 10 hezar kes heta Qada Komarê meşiyan. Girseya ku qasî kîlometreyekê dirêj bû bê navber dirûşmeyên "Erdogan şaş nabe, me neşîne çiyê", "Ocalan", "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Bêyî serok jiyan nabe", "Erdogan Kerdogan tu bi qurbana Ocalan", "Vêranşahr ranezê, li vîna xwe xwedî derkeve" berz kirin. Girseyê di meşê de dowîzên "Em hemû leyla ne", "Em hemû KCK'î ne, me jî bigrin" vekirin. Girseya ku ji Kolana Karacadag heta Kolana Cumhuriyetê meşiyan li Qada Cumhurîyetê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP'ê Mehmet Alî Turk diyar kir ku kurdan di dîrokê de li tu kesî îxanet nekiriye û lê her tim rastî îxanetê hatiye. Piştî daxuyaniyê girse ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan. Girsê dîsa bê navber di lehê PKK'ê û Ocalan de dirûşme berz kirin.
Girseyek mezin a girtina BDP'iyan şermezar kir li ber BDP'a Sêweregê hatin cem hev. Girseya heta Meydana Kanlukuyê meşiyan sloganên, "Bijî biratia gelan", "Bila destên dirêjî kurdan dibin bişkên" û "Li dijî tasfiyeyê berxwedan rewa ye" berz kirin. Li vir Serokê Rêxistina DTP'a hatî girtin Melîk Karaç diyar kir ku AKP'ê pêvajoya tasfiyeyê daye destpêkirin.

ÊLIHÎ LI BER EDLIYEYÊ BÛN
Bi heman armancê bi hezaran kes berî 11 kesên li Êlihê hatine binçavkirin li ber Edliyeya Êlihê hatin cem hev. Ligel ku polîsan bi panzer û hêzên çevîk xwestin girseyê asteng bikin jî, girseyê bi biryar çalakiya xwe domand. Herikîna hezaran kesî ya ber bi avahiya Edliyeya Êlihê ve didome. Girseya girtina BDP'yiyan şermezar dike, sloganên, "Zordarî me bêzar nake" û "AKP xwe şaş neke sebra me xilas neke" diavêje. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata, Şaredarê Hezoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Serokê BDP'a Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şerîf Ekîncî, cîgirên Şaredarê Êlihê, endamên Meclisa Şaredariyê û Meclisa Giştî ya Bajar, nûnerên saziyên civakî û hezaran kes li ber edliyeyê kom bûn. Kaygusuz li vir axaftinek kir û bi tundî girtina BDP'yiyan şermezar kir.
Şaredarê Sêrtê Sadak jî bi gotina, "Gelê me yê wekî xwîna di laşê me de hêzê dide me. Bi salan e hûn li îradeya xwe xwedî derdikevin. Ev îrade dê her tim di xizmeta we de be" dest bi axaftina xwe kir. Sadak wiha got: "Dema em li salên 90'an binêrin Parlementerê me Mehmet Sîncar hate qetilkirin, Parlementer Nîzamettîn Toguç hate sirgûnkirin. HEP, OZDEP, HADEP û DTP hatin girtin. Lê coşa gelê me ya azadiyê tu caran kêm nebû. Ji ber ku gelê kurd li îradeya xwe xwedî derdikeve û li dijî bêdadiyê têdikoşe. Em tu caran serî nadanên. Pêkanînên li dijî kurdan sûcê mirovahiyê ne. Hemû kirinên me hiqûqî ne û li gorî nirxên mirovahiyê ne. Lê pêkanînên li hemberî me hovîtiye û em li dijî van tu caran serî natewînin." Sekna bi hezaran kesî ya li ber edliyeyê didome. Parlementer Ata û rêveber ji bo beşariya civîna seat di 14.30'an a derbasî Rêxistina Bajar a BDP'ê bûn.

JI MAZLUMDER’Ê DAXUYANÎ
Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Êlihê Murat Çîçek jî bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî operasyona li dijî BDP'ê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî qediyana dema binçavkirinê kesên hatine binçavkirin wekî sûcdarên şer hatine qeydkirin û xistine rêzê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev dîmen bi taybetî dane çapemeniyê. Bi van dîmenan, rewşa dema darbeyan derketiye holê. Em wekî Şaxa MAZLUMDER'ê ligel daxwazên gel vê operasyona bi îdîaya hizûra gel hatî red dikin û dixwazin kesên hatine girtin di zûtirîn demê de serbest bên berdan."
Endam û nûnerên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihêk, Borseya Bazirganiyê, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Çandiniyê, BAGÎAD û Odeya Yekîtiya Sinhetkaran, operasyona li dijî BDP'ê û girtina 23 siyasetdemar û şaredarên BDP'î şermezar kir. ŞIRNEX - ÊLIH - RIHA

‘Me jî heman sûc kiriye’
Şaredarên Şirnex û Navçeyên Şirnexê, endamên Meclîsa Bajêr û şaredariyê, bi armanca şermezarkirina oparasyona li dijî BDP'ê ku jê 7 şaredar bi tevahî 23 siyasetmedarên kurd hatin girtin, daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, "Me jî heman suc kiriye, an divê hûn hevalê me berdin an me jî bigrin."
Bi armanca şermezarkirina oparasyona li dijî BDP'ê ku şaredar jî di nav de 23 siyasetmedarên kurd hatin girtin li ber Şaredariya Şirnexê daxuyaniyek çapameniyê hate li dar xist in. Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Silopiyê Emîn Tugurlu, Şaredarê Qilebanê Şukran Sîncar, Şaredarê Herzexê Resul Sadak, Serokê Meclîsa Giştî ya bajar Eyap Taniş, Serokê Rêxistina BDP'ê Sekvan Aytu, Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak Yildiz, Şaredarê Başverîmliyê Sînan Uysal, endamên meclîsa şeredariyên BDP'ê yên herêma Şirnexê jî beşdar bûn. Kome dirûşmeyên "An wan berdin, an me jî bigirin", "Em hemû Aydin in", "Em hemû Nejdet in", "Em hemû Leyla ne" qêriyan. Li ser navê bijartiyan Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, diyar kir ku AKP'ê di bin navê hewldana demokratîk de, qedandina kurdan bi rêbazên nerm meşandin. Uysal, anî ziman ku di pêvajoya ku nîqaşên bêdengiya çekên û bêpêvçûnê hate nîqaşkirin de, operasyonên li dijî BDP'ê pêk hat. Uysal, wiha got: "Di pêvajoya aştî di hate nîqaşkirin de DTP hate girtin. Şaredar û siyasetmedarên kurd hatin girtin. Qada siyaseta legal hate girtin. Gelê kurd, bivîn û bi rûmet e. Gelekî ku ji bo azadiya xwe ew qas bedel daye, dê li hemberî hemû êrîşan bi vîn û rûmeta xwe bisekine."
Uysal, da zanîn ku ew jî heman sûcê hevalên xwe dikin û wiha dom kir: "Em jî dibêjin em dê vê riya hevalên me ku hûn wekî suc dibînin em ê dom bikin. Em jî dê vî sûcê ku hevalên me kirye bikin. Em dê kirina vî sûcî bidomînin. Gelê kurd tu carî ji dayîna bedelan netirsiya. Em dixwazin hevalê me bi lezgînî serbest bên berdan. Bi vê operasyonê ruyê AKP'ê derket holê." Uysal, anî ziman ku polîtîkaya înkar û îmhayê duh bi ser neket û ji niha û şunde jî bi ser nakeve. Uysal, xwest hevalên wan ên hatine girtin serbest bêne berdan û xwest rê li pêşiya dîlalogê vekin. ŞIRNEX

Gever û Colemêrg rabûn ser piyan
Li navçeya Geverê ya Colemêrg, dikandaran bi armanca şermezarkirina girtina 7 şaredarên BDP'ê û Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî di nave 23 kesan dikanên xwe venekirin. Girseyên ji bo ku biryara girtina siyasetmedarên kurd şermezar bikin daketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama bûyeran de heta niha 3 jê polîs 10 kes birîndar bûne. Li Colemêrgî jî ligel taxan çalakî pêk hatin û polîsan êrîşî gel kir.
Dikandarên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê hatiye lidarxistin û 23 kes hatin girtin dikanên xwe venekirin. Li Navçeyê temamê dikanan nehatin vekirin. Komên hatin cem hev di serî de li ser Riya Gever û Şemzînanê agir pêxistin û barîkat danîn. Polîsan jî tedbîrên berfireh girtin.
Komên hatin cem hev di serî de li ser Riya Gever û Şemzînanê agir pêxistin û barîkat danîn. Komên ku agir pêxistin û çalakî pêk anîn, polîsan bi panzêrên bi zirx mudaxaleyî koman kir û bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî çalakvanan kir.
Bûyerên di encama mudaxeleya polîsan a li hemberî girseya girtina BDP'yiyan şermezar dikirin, dest pê kirîn, didomin. Bûyer li hemû deveran belav bûn. Komên li deverên cuda digihin hev barîkatan datînin û zordariyên li ser kurdan şermezar kirin. Li navçeya bi hezaran kes daketiya kolanan, welatiyên sivîl car car rastî guleyên polîsan hatin.

3 POLÎS BIRÎNDAR BÛN
Li ser Riya Gever-Şemzînanê ku cihê herî zêde çalakî lê zêde ne, polîsên ji wesayîtên zirhî peya bûn, xwestin bikevin nav girseyê. Girseya destûr neda polîsan, bi keviran bersiv dan. Di encama avêtina keviran de 3 polîs birîndar bûn. Bombeyek gazê ya polîsan avêtî ji hêla çalakgeran ve paşde hate avêtin û kete hundirê panzera deriyê wê vekirî. Ji ber vê polîs neçar bûn panzer vala kirin. Li navçeya bûyer zêd bûn, ciwanek bombeya gazê li serî ketî bi giranî birîndar bû. 10 welatiyên sivîl di necama bombeyên gazê, guleyên plastî yên polîsan avêtîn de birîndar bûne. Hate zanîn ku polîs gelek caran jî guleyên rasteqîn bikar anîn.

LI COLEMÊRGÊ JÎ ŞER
Li navenda Colemêrgê j îli taxên Medresê, Kiran û Rezan çalakiyên ji bo protestokirina operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd pêk hatin. Girseyên li nava taxan li hev civiyan û agir pêxistin bi dirûşman girtina siyasetmedarên kurd protesto kir. Girseyên ku dirûşam ‘Em jî KCK’î ne’ berz dikir rastî êrîşên polîsan hat. Girseyan bi keviran bersiv da êrîşên polîsan û şer li nava taxan belav bû. Leşkerên cilên sivîl li xwe kiribûn bi çekan êrîşî gel kir. COLEMÊRG

Li Panos û Milazgîrê îro çalakî hene
Rêxistinên Partiya Aştî û Demokrasiyê, dê îro bi girseyî avahiyên rêxistinên xwe yên navçeya Milazgîr û Panosê vekin.
Endam û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Panos û Milazgirê dê sibê girtina 7 jê şaredar 23 endamên BDP'ê bi girseyî şermezar bikin. Li Navçeya Milazgîrê, BDP'a Milazgirê dê deriyê xwe li ber gel veke. Girseya piştî vekirinê dê saet 10.00’an de li ber avahiya BDP’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û operasyona li dijî BDP'ê şermezar bikin. Li navçeya Panosê ya Agirî jî îro saet di 12.00’an de dê vekirina avahiyê BDP'ê pêk bê. Rêveberên BDP'ê belavokên beşdariya vekirinê belav kirin û ji her kesî xwestin li partiyê xwedî derkevin û operasyonê şermezar bikin. MÛŞ - AGIRÎ

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment