Monday, December 28, 2009

‘Hikûmeta AKP’ê bi agir dilîze’


28/12/2009

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê bi operasyona li dijî BDP'ê heviyên hebû jî temirandin. Tahmaz, anî ziman ku hikûmet bi dirûşma şerxwazan a 'Heta terorîstê dawî bê îmhakirin' tevdigere û bi agir dilîze.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê têkildarî pêvajoya dawî û operasyona li dijî BDP'ê li Baroya Amedê civînek çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Sekreteryaya Meclîsa Aştiyê Ayhan Bîlgen, Selma Gungor, Gulten Uçar, Aygul Bîdav, Îlkîn Manya, Meral Daniş Beştaş, Tulay Ozdemir, Serokê Platforma Komeleyên Stenbol û Başurê Rojhilat û Rojhilat Abdulhakîm Daş û endamên Meclîsa Aştiyê amade bûn.
Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Meclîsê Hakan Tahmaz, axivî û diyar kir ku hikûmetê bi operasyona li dijî BDP'ê heviyên gel şikandine. Tahmaz, da zanîn ku pirsgirêka kurd bi girtin û binçavkirinan çareser nabe û wiha got: "Bi şikandina deriyên malan, bi binçavkirin, girtin û destkelepçekirina nûnerên ku bi vîna gel hatine hilbijartin pirsgirêk çareser nabe. Bi vî rengî nikarin behsa çareseriya bêçek bikin."

'XIZMETÊ NAKE'
Tahmaz, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê li hemberî dirûşma kesên berjewendiya wan di şer de heye ya "Heta terorîstek hebe dê îmha bidome" bi dirûşma 'heta em siyasedmedarê dawî têxin hundir' şirîkatiyê dike û wiha got: "Ev operasyon ji bo kîjan hewildanê bû? Îqtîdar dixwaze çi bike? Em vê operasyonê bi xemgîniyeke mezin şermezar dikin."

'GIHÎŞT DAWIYÊ'
Tahmaz, da zanîn ku kurd û tevgera kurd bi tasfiyekirin, binçavkirin û girtina nûnerê kurdan nikarin daxwaza kurdan a aştî û çareseriyê têk bibe û wiha dom kir: "Bi girtin û bêdengkirina kurdan pirsgirêka kurdan çareser nabe. Divê AKP bibîne ku êdî gihiştiye dawiya sebrê. Kesên ji şîdet û kaosê hez dikin dixwazin pêşeroja Tirkiyeyê tarî bikin. AKP niha bi agir dilîze. Ev helwesta hikûmetê rê li pêşiya şewitandina Tirkiyeyê vedike. Em vê yekê ji tecrûbeyên dîrokê derdixin."

LÊBORÎNÊ BIXWAZIN
Tahmaz, da zanîn ku ew wekî Meclîsa Tirkiyeyê dixwazin dawî li Operasyona bê û wiha dom kir: "Divê şert û mercên ku kurd karibin bi awayekî azad û serbest siyasetê bikin bê avakirin, girtî serbest bêne berdan û lêborîn ji kurdan bê xwestin." Tahmaz, anî ziman ku ew dê her tim ji bo aştiyê têbikoşin û geşedanan ji nêz ve bişopînin.

'HÊVIYAN DIŞIKÎNE'
Tahmaz, li ser pirsa rojnamegerekî wiha got: "Hikûmetê bi daraz, dozger, dadgeh û hemû hêzên xwe heviyên me şikandin. Ji bo hêviyan bişkîne di nava hewildanan de ye. Operasyon dê bêtir pirsgirêkên Tirkiyeyê kûrtir bike."
Piştre Serokê Platforma Komeleyên Stenbol, Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm Daş jî operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir û wekî darbeya li dijî pêvajoya aştî û demokrasiyê bi nav kir.
Piştî civîna çapemeniyê Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz û Sekreretyaya Meclîsê Ayhan Bîlgen û endamên Meclîsê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, Rêxistina BDP'ê ya Amedê û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment