Thursday, December 31, 2009

Bi makezagona sûcdaran nabe

31/12/2009

Rewşenbîr û Nivîskarên ku Vedat Turkalî, Erol Katircioglu, Gencay Gursoy, Samî Evren, Hakan Tahmaz jî di nav de BDP'a Stenbolê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nivîskar Turkalî, bal kişand ser operasyonên li dijî BDP'ê û binçavkirina bizorê ya parlamenteran û diyar kir ku dewlet îro bi makezagona sûcdarên ku demekê ew derdixistin ezmanan tê bi rêvebirin û wiha got: "Ev gomlekê dînan ji vî welatî re teng û qirêj e. Divê teqez ev gomlek bê guhertin. Îktidar jî û muxalefet jî vê yekê zanin, lê her du jî diparêzin."
Nivîskar Vedat Turkalî, Erol Katircioglu, Serokê Konseya Navenda TTB'ê Gencay Gursoy, Serokê Giştî yê KESK Samî Evren, Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Rojnamevan Aydin Çubukçu, Marsîs Kurkçugîl, Ertugrul Kurkçu û Reqas ZeynepTanbay BDP'a Stenbolê ziyaret kirin. Li ser navê BDP'ê Parlementerê Amedê Akin Bîrdal û Şaredarê Şirnexê Hasîp Kaplan rewşenbir pêşwazîkirin.
Li ser navê rewşenbiran Vedat Turkalî, diyar kir ku Tirkiye pirsgirêkan hêzan çareser nake û naxwaze çareser bike. Turkalî, anî ziman ku di nava Tirkiyeyê de gelek îblîsê berjewendiya wan di pergalê de hene heye. Turkalî, anî ziman ku çi dikin û nakin nikarin Tirkiye, tirkan û kurdan ji vê pergalê rizgar bikin. Turkalî, pergala heyî rexne kir. Turkalî, anî ziman ku niha libasekî teng li welat dikin û ev libas li ser bejna welat teng û qirêj xuya dibe. Turkalî, xwest ev libasê teng ku li Tirkiyeyê hatiye kirin bê guhertin û wiha got: "Muxalefet jî û îxditar jî zanin ku êdî ev gomlek ji Tirkiyeyê re teng û qirêj e. Lê bi hesabê herduyan jî tê. Ka bifikirin 3 trilyon dolar li gule û topan dane û li ser dar ber û çiyê Herêma Kudistanê dibarînin. Ev rewşek şerm e. Divê em vî hesabî bipirsin. Divê ev hesab bê pirsîn."
Turkalî, da zanîn ku girtina partiyan ne çareserî ye û wiha dom kir: "Me heviyên birayên xwe yên kurd kişandin. Bi DTP'ê heviyên me zêdebûn em pê kêfxweş bûn, lê ew jî girtin. Niha partiyek nû heye, lê divê em karibin hêviyên wan xurt bikin."

BÊHÊVÎTÎ ZÊDE BÛ
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Gencay Gursoy jî anî ziman ku wan piştgirî da DTP ku vegere meclisê û bi vegera meclîsê heviyên wan ê meşandina siyaseta meclîsê xurt bû. Gursoy, anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan pirsgirêk çareser nabe. Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren jî anî ziman ku sala 2009'an ji bo Tirkiyeyê salek gelek girîng û tijî tebinî derbas bû. Evren, anî ziman ku girtina partiyê, binçavkirin û girtina siyasetmedar û hilbijêran ruyê rast ê AKP'ê diyar kiriye.
Berdevkê Meclîsa Aştiyê yê Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, daxuyand ku li Amedê bi parlementerên Amedê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re hevdîtin çêkirine û yekem car dibîne ku li herêmê bêhêviyek serdest bûye.
Tahmaz, anî ziman ku destkelepçekirina şaredaran heviya li herêmê şikandiye û wiha got: "Êdî dibêjin riyên çareseriyê nema ye. Heviya wan rewşenbir û demokratên rojava ne. Dibêjin di pêşerojê de operasyonên din jî hene. Operasyona li dijî şaredariyan wekî operasyona kerta dawî dinirxînin. Divê êdî têkoşîna kesên hiqûq û demokrasiyê dixwazin pêş bikeve. Divê em bi siyasetmedarên kurd re têkevin nava şêwirmendiyê û heviyên wan dîsa xurt bikin."
Rojnameger Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku êdî di cîhanê de jî hêzên bêçareseriye pêş dixe têk diçin û ani ziman ku ew piştgiriyê dide BDP'ê. Aydin Çubukçu jî daxuyand ku têkoşîna kurdan a 20 salan têkoşînek bi sebr e û xwest her kes vê têkoşînê ji xwe re mînak bigrin. Çubukçu, anî ziman ku piştgiriya têkoşîna kurdan piştgirya têkoşîna aştî û azadiyê ye û wiha axivî: "Kesên piştgiyê bidin BDP'ê dê piştgiriyê bidin hêvî û bendewariyên xwe. Divê her kes piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan." Hunermend Zeynep Tanbay jî anî ziman ku bûye endamê BDP'ê û got êdî dixwaze bêtir bixebite. Niviskar Marsîs Kurkçugîl, Nivîskar Erol Katircioglu jî piştgiriya xwe anin ziman û polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. STENBOL - DÎHA

‘We hêza me zêde kir’
Parlementerê BDP'ê yê Amedê Akin Bîrdal ku rewşenbir pêşwazîkirin diyar kir ku ziyareta wan hêzek gelek mezin daye wan û spasiyên xwe anîn ziman. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî bi sala nû û bi partiya nû hêviyên wan ên aştî demokrasî û azadiyê xurttir bûne. Kaplan, anî ziman ku ger bi hêzên aştî û demokrasiyê re di nava tifaq û yekîtiyekê de têkoşîna aştî û demokrasiyê bimeşînin tu hêz nikare wan têk bibe.
Kaplan, destnîşa kir ku êdî pirsgirêk li meclîsê çaser nabin û anî ziman ku çareserî di sindoqan de ye. Kaplan wiha got: "Me Galdyo û çete çareser nekir. Me girtina partiyan û hêzên li dijî aştî û demokrasiyê çareser nekir. Me bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 û makezagon neguhert. Ji bo çareseriye êdî sindoq pêwist e. Êdî ev makezagon û meclîs nikare Tirkiyeyê bi rêve bibe. Ji bo Tirkiye pirsgirêkan çareser bike divê di sala 2010'an de rûpelek nû li ser bingehê welatiyê azad û wekhev veke.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment