Wednesday, December 30, 2009

POLÊSAN BI SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP DE GIRT

POLÊSAN BI SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP DE GIRT

Li dijî îradeya gelê Kurd, helwestên qirêj ên dewleta Tirk her diçe zêde dibin.

Doh jî di hedefa dewleta Tirk de Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê hebû.

Polêsên ku bi ser navenda BDP'ê de girtin, serî li rêbazeke ecêb û dijdemokratîk dan.

Polêsên sivîl li navenda giştî ya BDP'ê, li parlementerên kurd geriyan.

Balkêş e ku ev kirina qirêj piştî civîna MGK'ê ya pêr pêk hat.

MGK'Ê MOHRA XWE LI BIN ÊRÎŞÊN NÛ XIST
POLÊSAN GIRT SER NAVENDA GIŞTÎ YA BDP'Ê

Rojên dawî gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan a 'Emê vegerin serê serî', li qada siyaseta legal, weke 'Qirqirina siyasî' tê bicîhanîn.

Girtina DTP'ê ya di 11'ê Kanûnê de ji bo vê mînakeke pir girîng e.

Paşe bi darbeya 24'ê Kanûnê, 48 siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî hatin girtin.

Her wiha li dijî parlementerên DTP'î tim û tim gotinên ne baş, tehdît û reşkirina wan jî kêm nebûn.

Piştî civîna MGK'ê ya doh ku têde biryara şerê topyekun hate dayîn, îro dor li Navenda Giştî ya BDP'ê hate girtin.

9 polêsên sivîl dane sibehê bi ser navenda partiyê de girtin.

Polêsên sivîl, li Navenda Partiyê li parlementerê berê yên DTP'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Sebahat Tuncel û Selahattîn Demîrtaş geriyan.

Bûyera sosret a li Navande BDP'ê pêk hat ji aliyê gelek rojnemevanan ve jî hate şopandin.

Îro jî, ji bo parlamentera BDP ya Stenbolê Sabahat Tuncel bi darê zorê bibin dozgeriyê, polês bi ser Navenda Giştî ya BDP de girtin...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment