Wednesday, December 23, 2009

Parlamenteran Arinç şermezar kir


23/12/2009

Parlamenterên DTP'ê yên berê bi tundî nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî Hevseroka DTP'ê ya berê Emîne Ayna dan û daxuyandin ku ev êrîş di heman demê de li hemberî nasnameya jinan e jî. Parlamenteran diyar kir ku derdorên li hêviyê ne bi girtina partiyê belavbûnek pêk bê xwe dixapînin û wiha gotin: "Lê yên dîtin ku ev belavbûn pêk nehat har bûne û niha cardin taktîka berê bi kar tînin û Emîne Ayna dikin hedef." Parlamenteran daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a Ayna wekî, "lawir" nirxand bi bîr xistin û bi tundî Arinç şermezar kirin. 

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment