Tuesday, December 22, 2009

Dengîr Firat û Atalay bo 'nexşeriya' teswîye kirina PKK li Hewlêrê ne

 

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Li Hewlêrê bazariya ser PKK.


Parlementerê AKP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, bi Serokê Herêma Kurdîstana Federal re hevdîtin çêkir. Hate zanîn ku Dengîr Firat, ji ber hikûmeta herêmê li hemberî girtina DTP'ê bêdeng mane, kêfxweşiya xwe aniyê ziman.

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, ji bo beşdariya civîna 3'ê mekanîzmayê ya li hemberî PKK'ê ku dê li Hewlerê pêk bê, beriya serdana wî ya Herêma Kurdîstana Federal, Parlementê AKP'ê yê Edeneyê Dengîn Mîr Mehmet Firat, bi Mesut Barzanî re hevdîtin çêkir. Hate zanîn ku Firat, di hevdîtina li meqama Barzanî ya li bajarê Selahattînê de, "Polîtîkaya vekirinê" vegotiye. Firat ji ber li hemberî girtina DTP'ê û şert û mercên girtîgehê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel gelekî partiyên kurdan peyamên şermezarkirinê şandine û hikûmeta herêmê bêdeng maye kêfxweşiya xwe aniyê ziman.

Wezîrê Karên Hundir Atalay jî, dê sibê beşdarî civîna 3'ê mekanîzmayê ya Amerîka-Iraq-Tirkiye bibe û dê derbarê girtina Wargeha Penabera Mexmûrê de, nîqaşan bike. Di heman saetê de jî dê parlementerên DTP'ê ya hate girtin dê li daxwazên gelê Maxmûrê guhdar bikin.. (çavkaniya giştî: dîha)
 

 

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment