Thursday, December 24, 2009

Piştî 15 salan heman muamele

24/12/2009

SÊRT - Operasyona li dijî şaredarên BDP'ê û siyasedmedarên kurd, binçavkirina 15 sal berê ya parlementerên DEP'ê ya di derketina meclîsê de hatin binçavkirin anî ber çavan. Hîn binçavkirina parlementerê DEP'ê Selîm Sadak a 15 sal berê ji aliyê polîsan ve bi kaşkirinê hatibûn binçavkirin û 10 salan di girtîgehê de mabû, dîsa bi heman rengî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û bi kaşkirinê xistin wasiyitê.

Serê sibê ekîbên TEM'ê li ser biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê, li 8 bajaran li dijî Şaredarên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî operasyon pêk anî û zêdeyî 80 kesî binçav kirin. Di van binçavkirinan de binçavkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, binçavkirina 15 sal berê ku di 2'ê adara sala 1994'an de parlementerên DEP'ê kaş kiribûn û kiribûn binçavkan anî ber çavan. 15 sal berê parlementerên DEP'ê Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Orhan Dogan di derketina meclîsê de ji aliyê polîsan ve hatibûn kaşkirin û hatibûn binçavkirin. Hevalê siyasedmedarê kurd û parlementerê DEP'ê Orhan Dogan ku bi hevre 10 salan di hepsê de man Selîm Sadak 15 sal şûnde dîsa bi heman şiklî hate binçavkirin. Sadak dema hate binçavkirin ji rojnamegran re got "Em ji gelê xwe û Sêrtiyan pir hez dikin. Em dê teqez rojekê aştiyê bi dest bixin" Li ser vê yekê polîsan pêl serê Sadak kir û ew bi zorê xist wesatiyê.

Parlementerên DEP'ê çawa hatibûn binçavkirin

Destnedayina Parlementerên DEP'ê di 2'ê adara sala 1994'an de hate rakirin û di heman rojê de parlementerên DEP'ê li ber deriyê meclîsê ji aliyê polîsan ve hatibûn kaşkirin û hatibûn binçavkirin. Ji bo destnedayina Parlementerên DEP'ê di serî de ji bo Orhan Dogan deng hatin dayîn û hemû partiyên di meclîsê de rakirina destnedayina Dogan erê kir. Piştre rakirina destnedayina parlementerên DEP'ê Sirri Sakik, Mahmut Alinak, Hatîp Dîcle hate erêkirin. Ji bo rûniştina saet di 16.45'an de heta sate 20.00'an navber hate dayîn. Hîn meclîsê navber bi dawî nekiribû Dozgerê DGM'ê beyî li benda biryara fermî ya Rojnameya Fermî raweste, biryara girtina parlementeran derxist. Di navbera rûniştina meclîsê de saet 17.05'an de polîsan Hatip Dîcle li dervê meclîsê binçavkir. Saet di 17.25'an de Orhan Dogan dema ji meclîsê derket bi kaşkirinê binçavkirin. Mahmut Alinak, Sirri Sakik, Ahmet Turk û Leyla Zana jî bi heman rengî hatin binçavkirin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment