Wednesday, December 23, 2009

DAXWAZÊN MEXMÛRÊ


23/12/2009

10 daxwazên ji bo vegerê
Heyeta DTP'ê ya hate girtin ku ji parlamenter Sevahîr Bayindir, Îbrahîm Bînîcî, Ozdal Uçer, Endama MYK'ê ya berê ya DTP'ê Hatîce Çoban, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal û Şaredara Qilebanê Şukran Sîncar, bi boneya daxawaz û pirsgirêkên welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê lêkolîn bike hate Mexmûrê. Piştî heyet ji aliyê bi hezaran mexmûrî ve hatin pêşwazîkirin, Maxmûriyan dosyaya ku ji daxwazên wan pêk dihat dan heyetê.
Di dosyaya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê ve hate amadekirin û pêşkêşî heyetê hate kirin de hate diyarkirin ku li Qampê 12 hezar kurd, ev 15 sal in di bin şert û mercên pir dijwar de dijîn. Di dosyayê de hate zanîn ku di Makezagona Tirkiyeyê de gotina "Dewleta Tirk; ziman, ol, koka wî ya nijadî û çanda wî çi dibe bila bibe ji ewlehiya mal û canê wî berpirsiyar e" heye, lê li gel vê xala zagonê mafê gelê Mexmûrê nehatiye parastin. Di dosyayê de wiha hate gotin: "Ji ber êrîş, kuştin, windakirin, îşkence û qedexeyên li ser zozanan, herêma ku em lê diman êdî jiyan lê heram bûbû. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi taybetî di salên 1990-94'an de bi polîtîkayên taybet, herî kêm ji malekê kesek hatiye kuştin û winda bûye. Wê demê dewletê xwest em bi zorê bibin cerdevan. Hemû war û malê me hate wêrankirin û talankirin. Dewletê gundê me şewitandin, hilweşandin. Binpêkirinên li ser me gihiştin asta herî mezin. Êdî ji ber zext û zordariyên dewletê jiyan li me tarî kirin û her tişt li me kirin dojeh, ji ber vê yekê em neçar man koç bikin.

ÊŞÊN 15 SALAN…
Meclîsê di dosyayê de destnîşan kir ku piştî wan ji ber zilm û zordariya dewletê ya xedar koç kir, 15 salan jiyanek pir dijwar û bi êş derbas kirin. Di dosyayê de wiha hate gotin: "Em li Maxmûrê di şert û mercên penaberiyê de dijîn. Em mecbûrê vê jiyanê hatine kirin. Lê dîsa li gel van şert û mercên dijwar me dest ji çand, ziman û nirwên xwe berneda. Me bi derfetên pir hindik ên UNHCR'ê dibistanên seretayî vekir. Me bi zimanê xwe perwerdehiya xwe dît. Me bi vîna xwe û derfetên xwe hemû nirxên xwe parast."
Di berdewama dosyayê de wiha hate gotin: "Ger ku dewleta Tirkiyeyê şert û mercên me baş kiribûna û daxwazên me pêk anîbûna, îro dibû ku em azad li ser axa xwe bijiyana. Ev 16 salin em benaberin. Ji ber ku ewlehiya canê me tune me li kampa Maxûrê dimînin. Li gel van rastiyan dewleta Tirkiyeyê tu gav neavêtiye. Li dijî vê yekê ji bo statuya siyasî ya penaberiya me xira bike û qampê vala bike çi ji destê wê tê dike. Ji bo qampê vala bike Bi hevkariya sêali ya Tirkiye, Iraq û Amerîka her tim ket nava hewildanan. Dixwaze Hikûmeta Kurdistanê jî bike hevkarê xwe. Li ser NY'ê zixtên siyasî dimeşîne."

MERCÊN VEGERÊ NÎN IN
Di berdewama dosyayê de hate destnîşan kirin ku ji bo vegera welatiyan Tirkiyeyê tu guhertin û şert û merc ava nekiriye. Di berdewama dosyayê ev tişt hatin gotin: "Ji bo em vegerin, divê şert û mercên, siyasî, çandî, civakî û aborî bêne amadekirin. Lê belê li dijî van yekan em dibînin ku ji bo vegera me planên bi dîzî û lîstik têne meşandin. Divê gavên aştî û demokratîk bêne avêtin. Divê êrîşên li dijî nasname, çand, ziman û nirxên kurdan bi dawi bibin. Divê hemû mafê me bixin bin ewlehiya makezagnê. Lê mixabin em dinerin Tirkiye hîn ziman, çand, nasnameya kurdan nas nake. Hîn bi makezagona 12'ê îlonê ya leşkerî tê birevebirin. Kurdan înkar dikin û partiyên vîna kurdan digrin. Hîn axa kurdistanê roj bi roj tê bombekirin û operasyon didomin. Mirov têne kuştin. Li gel van yekan kesên sucdar nayên darizandin. Ev pêkanîn hemû ji aliyê dewletê ve pêk tên. Li gel biryara PKK'ê ya agirbesta yek alî, dîsa dewleta Tirkiyeyê di polîtîkayên berê de israr dike. Di van şert û mercan de vegera me ne pêkan e."
Di dawuya dosyayê de wiha hate gotin: "Li gel hemû van astengî û pirsgirêkan dîsa, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyek mayinde me bi nêta baş ji Qampa Maxmûrê 26 kes şandin Tirkiyeyê. Lê li gel vê hewildana me dîsa nêzîkatiya Tirkiyeyê nehat guhertin. Hêj di deriyê Sînorê Maxmûrê de navê ku me li zarokên xwe kiribû guhertin. Li hemberî ferasetek bi vî rengî baweriya me sist kirin" 

Daxwazên mexmûriyan
1- Ji bo demokrakîkbûyîna Tirkiyeyê ya rastîn û aştiyeke mayînde bê avakirin, lazim e tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û pêşiya wî bê vekirin. Nexşeriya ku ji bo pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştî yên siyasî û demokratîk de bên çareserkirin, bidin muxatabên têkildar û ji raya giştî re aşkera bikin
2-Bila operasyonên leşkerî bên bidawîkirin, pevçûn bên sekirinandin,
3-Pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane, demokratîk û siyasî bê vekirin
4- Girêdayî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi vîna gelê kurd re diyalog û muzakere bên destpêkirin.
5- Wekî parçeyê neteweya demokratîk a Tirkiyeyê di bingeha nasnameya me ya gelê kurd de divê xwedî misogeriya makeqanûnê, welatiyeke azad, wekhevî û jiyana bi hev re
6- Li hemû qadan divê axaftina kurdî azad bibe. Divê rê li pêşiya hînbûn, pêşxistin û jiyana bi zimanê xwe ya nirxên dîrokî, çandî û erdnîgariya vebe.
7- Bi navkirina zarokên xwe yên kurdî, bi kurdî perwerde kirin û mezinkirin.
8- Wekî gelê kurd, dîrok, çand, huner û wêjeya xwe azad bijî, bê pêşxistin û parastin.
9- Ji bo jiyana bi ewlehî ya li gund, navçe û bajarên Kurdistanê, divê ji pêkutî û zilma tevgerên taybet, cerdevan dûr bin, cihên xwedî derfetên bes bin û ji bo jiyanek misogerî pergala cerdevaniyê bê rakirin.
10- Em wekî welatiyên T.C., yên ku li herêma Kurdistana Iraqê dijîn, li 8 wargehên cûda dijîn. Bi çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane lazim e li herêma kurdan a Tirkiyeyê bi nasnameya xwe bijîn û em ewlehiya xwe bi xwe çêkin, cihekî niştecihiya komî bê çêkirin û vegera me di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de be. HEWLER - DÎHA

No comments:

Post a Comment