Sunday, December 27, 2009

Ji KCK’ê banga serhildanê

27/12/2009

Serokatiya Konseya Rêveberiyê ya KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku operasyona ku li hemberî nûnerên BDP’ê û şaredaran pêk hatiye jenosîdeya siyasiye. KCK’ê di daxuyaniyê de bang li gel kir û diyar kir ku bila serhildanên gel bilind bibin. KCK’ê di daxuyaniyê de balkişand ser oprasyonên dawî û wiha berdewam kir: “Di operasyonên dawî de tê gotin ku kesên hatine binçavkirin têkiliya wan bi KCK’ê re heye. Bingeha van îdiayana tuneye. Ev îdia ji bo operasyonê hincete.”
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha berdewam kir: “Kesên ku herî dawî hatine girtin, bi îradeya gelê kurd kurd hatibûn hilbijartin. Dewleta tirk bi vê operasyona dawî re di şexsê nûneran de, li hemberî gelê kurd şer daye dest pê kirin û ev şerê tunekirinê ye. Ev êrîş, êrîşeke jenosîdeya siyasîye. Nûnerên gelê kurd nayên qebûlkirin. Hemû hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd yên derew û sextekar ji zihnîyeta komkujiya Mereşê cudatir nîne.”

‘JENOSÎDEYA SIYASIYE’
KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser hikûmeta AKP’ê û destnîşan kir ku hikûmetê jenosîdeya siyasî daye dest pêkirin û bi vê re hedef dike ku azadiyê, rumetê, kurdê bi îrede tasfiye bike û kesên ku li pey wan dimînin jî bê deng bimînin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 16’ê kanûnê de diyar kiribû ku serokwezîr Tayyîp Erdogan wekî şensekî dawî projeya aştiyê derxîne holê. Piştî vê bangê êrîşeke wisa pêk hat. Yanî hikûmetê helwesta xwe nîşan da. Dibe ku em ne di aştiyê de, di şer de israr dikin.”

‘AKP DÊ HILWEŞ E’
KCK’ê balkişand ser operasyonan wiha pê de çû: “Li qadên siyasî yên legal a kurd operasyon pêk tên û li aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê li gelek der wekî qada şer hatine îlankirin. Ji bo operasyonên îmhayê yên leşkerî amadekarî tên kirin. Hikûmeta AKP’ê li hundir van erîşan plan dike û li derve jî di bin polîtîkaya herêmî ya DYA’yê de jî li ser hêzên siyasî yên başûr, Iraq û Sûriyeyê hewl dide u tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. Hedefa hikûmeta tirk eve ku tevgera azadiyê dorpêç bike. Wekî ku hikûmeta AKP’ê ji pêkûtiyên Ohalê cudatir tiştekî dike. Lê li hemberî gelê kurd şer îlan kiriye. Hemû êrîş di heman demê de bê çarebûn û îflsa hikûmeta AKP’ê nîşan dide. Hikûmeta AKP’ê li hemberî rastiya gelê kurd neçar maye. Tu girtin, komkujî , zext û zordarî nekare têkoşîna azadiya gelê kurd paşve bibe. Dê hikûmeta AKP yanî dewleta tirk paşve biçe.”

BÊDENG NEMÎN IN
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemu hêzên demokratîk, derdorên mafê mirovan û aligirên aştiyê kir û wiha got: “Bila hemû doralî li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.Bila hemû rewşenbîr, aştîxwaz yên civaka tirk li dijî van pêkûtiyan bê deng nemînin. Divê li hemberî êrîşên dewleta tirk dengê xwe bilind bikin.” QENDÎL - ANF

No comments:

Post a Comment