Saturday, December 26, 2009

KAMPANYAYA BIBE ENDAMÊ BDP’Ê

26/12/2009

Rewşenbîr, nivîskar û hunermendan bi armanca piştgiriya gelê kurd kampanya, "Bibe endamê BDP'ê" dan dest pê kirin. Rêvebera kampanyayê Eren Keskîn diyar kir kudewleta mîlîtarîst a tirk qada demokratîk ji kurdan re qedexe dike û wiha got: "Zordariyên îro li hemvalên me dikin tê wateya gotina 'Ji qada demokratîk derkevin'. Hevalên partiyî yên ÎHD'î hene. Hingê bila me tevan wekî PKK'iyan îlan bikin. Ji bo vê yên partiyeke nû ava dikin jî lazim e beşdarî BDP'ê bibin."
Piştî li hemberî BDP'êli 10 bajaran operasoynek hevdemî pêk hata û di nav de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, şaredarên BDP'ê û Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey jî di nav de 80 kes hatin binçavkirin, nerazîbûn rewşenbîran zêde bûn. Rewşenbîrên Hikûmeta AKP'ê bi tundî şermezar kirin bi armanca piştgiriya gelê kurd kampanyaya, "Bibe endamê BDP'ê" dan destpêkirin. Parazvana mafên mirovan Eren Keskîn, Leman Yurtsever, Hurriyet Şener, Şaîr Cezmî Ersoz, Reqase Zeynep Tanbay, Aktîvîsta Aştiyê Ayla Yildirim, Berdevkê Tevgera Azadî û Demokrasiyê Yaman Yildiz jî dinav de komek rewşenbîrna bi dirûşma "Em dikarin bi hev re bimeşin" kampanyaya endamtiya BDP'ê dan destpêkirin. Rewşenbîrên di heman demê de qampanyaya îmzeyan jî dan destpêkirin, dê van îmzeyan ji rayedaran re bişînin. Rewşenbîr dê di hefteya yekemîn a Çileya 2010'an di bi çalakiyek girseyî beşdarî DTP'ê bibin.
Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn diyar kir ku biryardane ligel DTP'ê têkoşînê bimeşînin û ev agahî dan: "Pêkanînên ji duh heta niha pêk tên, nîşan didin ku em têkoşînek çiqas mafdar dimeşînin. Dewleta mîlîtarîst a tirk qada demokratîk li kurdan qedexe dike. Encama van tiştên tên kirin xwestina şer e. Zordariyên îro li hemvalên me dikin tê wateya gotina 'Ji qada demokratîk derkevin'. Hevalên partiyi ÎHD'î hene. Hingê bila me tevan wekî PKK'iyan îlan bikin. Tiştek din bê kirin tune ye. Lazim e hemû kesên xwedî wijdan li cem kurna cih bigirin. Ji bo vê yên partiyek nû ava dikin jî lazim e beşdarî BDP'ê bibin.”
Kesîn bang li derdorên di nav lêgerîna partiyek çepgir a nû de ne jî kir û xwest ku beşdarî BDP'ê bibin. Keskînanî ziman ku ev wezîfeyek le hemberî hemû kesên xwedî wijdan û wiha got: "Bi vê armanca me qampanyaya bie endamê BDP'ê da destpêkirin." STENBOL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment