Wednesday, December 23, 2009

‘Mafên Ocalan ên xwezayî dikin mijara bazarê’


23/12/2009

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku mafên muwekîlê wî dikin mijara bazarê û wiha got: “Jixwe tiştên mafê wî yên xwezayî ne divê bên dayîn. Niha dayîna televîzyonê dikin mijara bazarê. Televîzyon par bi hinceta cezayê hucreyê nedan. Lazim e mafên muwekîlê me yên xwezayî nebin mijara bazarê.”
Mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên lazim e li gorî hiqûqa navneteweyî û ya Tirkiyeyê bi xwe jî bên dayîn her tim ji hêla hind derdoran û çapemeniyê ve wekî bazarekê tên bikaranîn. 
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyar kir ku mafên muwekîlê wî dikin mijara bazarê û wiha got: “Jixwe tiştên mafê wî yên xwezayî ne divê bên dayîn. Niha dayîna televîzyonê dikin mijara bazarê. Televîzyon par bi hinceta cezayê hucreyê nedan. Lazim e mafên muwekîlê me yên xwezayî nebin mijara bazarê.”

SALEK E DÊ TV BIDIN
Bîlmez li ser mijarê wiha axivî: “Par bi hinceta 15 roj cezayê dîsîplînê televîzyon nehat dayîn. 15 roj berî niha ji bo hildana televîzyonê xwestin em li ser navê muwekîlê xwe pere razînin. Lê di hevdîtina hefteya din bi hinceta 15 roj cezayê hucreyê diyar kirin ku televîzyonê nadin. Di adara 2009’an de jî hem tişt hate rojevê. Lê bi hinceta cezayê dîsîplînê heta niha nehat dayîn. Ji bo rakirina vê astengiyê lazim e salek derbas bibe. Lê hêj du cezayên dîsîpîlînê yên yek 10 roj yek 20 roj ku hêj zelal nebûne dane muwekîlê me. Ev yek jî nîşan dide ku mafên muwekîlê me wekî bazarekê tên bikaranîn.”

BI TENÊ TRT HEYE
Li aliyê din hate zanîn ku ji bo 5 girtiyên din ên şandine Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê televîzyon hatiye dayîn, lê tenê qanalên TRT’ê dikişînin. STENBOL 

CPT bi heyeta Lijneya Êdî Bes e re rûnişt
Heyeta Çalakiyên Êdî Bes e, bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn. Heyetê destnîşan kir ku heyeta CPT’ê, dê di demeke kin de biçe Îmraliyê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê lêkolînan bikin. 
Heyetê detsnîşan kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’ê re, armanca nobedariyê û dijwariya li ser Ocalan anîne ziman û gotin: “Çalakiya me gihişt armanca xwe, CPT’ê soz da ku ew ê biçin Imraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên dawî yên bi parêzeran re de diyar kir ku hinek gav hatine avêtin. Lewra me dawî li çalakiya xwe anî.”
Heyetê dazanîn, rayedarên CPT’ê diyar kir ku ew amadekariya xwe dikin ku biçin Imraliyê û gotin, ‘Em ê cûdatiya navbera girtîgeha kevin û nû di ber çavan re derbas bikin, hinek girtiyên din jî birine Imralî emê rewşa wan jî li ber çavan bigirin.’Heyetê destnîşan kir ku, rayedarên CPT’ê anîne ziman ku ew bi parêzerên Birêz Ocalan re di nava têkiliyan de ne. BRUKSEL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment