Friday, December 25, 2009

Xwendekarên bakurî tacîz dikin


Go to fullsize image
25/12/2009

Xwendekarên ji bakurê Kurdistanê hatîn li Zanîngehên Herêma Federal a Kurdistanê dixwînin ji aliyê şîrket û fîrmayên ku fuarên bazarê yên tirkiyeyî ve bi hinceta kardayînê tên tacîzkirin û sîxurî li ser wan tê ferzkirin. Xwendekaran anî ziman ku xwediyên fîrmayan wan wekî objeyeke cinsî dibînin û tên tacîzkirin.
Malbatên xwendekaran anî ziman zarokên wan ji bo ku debareya xwe bikin ji fîrmayan kar dixwazin, lê rastî muameleyên derexlaqî tên. Li gorî agahiyên ji malbatên xwendekaran hatine girtin, li Herêma Federal a Kurdistanê fîrmayên fuarên bazarê vekirine û şîrketên tirkiyeyî pir in. Xwendekarên me di van fuaran de didin xebitandin. Xwendekarên ku tercûmaniya tirkî-kurdî dikin rojane 100 dolar pere digirin. Hin fîrma 3-4 rojan fuaran vedikin. Ev pere ji bo zarokên me perekî baş e. Lê fîrma bi van teklîfên cazîp xwendekaran ber xwe ve dibin û bi vê riyê têkiliyê bi war re datînin. Piştre jî hewl didin ku ‘karên kîrêt’ bi wan bidin kirin. Ji tacîzê bigirin heta teklîfên sîxuriyê li wan tên kirin.
Malbetan anî ziman ku ev nêzîkbûneke neyê qebûlkirine û bangî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kirin ku li hemberî vê rewşê tedbîran bigirin. HEWLÊR - ANF

No comments:

Post a Comment