Saturday, December 26, 2009

Mafên kolektîf hebûna kurdan e

26/12/2009

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku, pirsgirêka kurd civakî ye û wiha got: “Kurd dev ji mafên xwe yên kolektîf bernadin, eger pêwîst be, ev şer dê 50 salî, 500 salî jî dewam bike. Em, dev ji mafên xwe bernadin û paş de gavê naavêjin”

‘EM NIKARIN ZAROKÊN XWE BI ÇANDA XWE MEZIN BIKIN’
Ocalan, got ku pirsgirêka kurd pirsgirêka civakî, ya gelekî ye û wiha got: “Civak jî kollektîvîzm e, kombûna civakê ye. Kurd, ji mafên xwe yên kollektîf paş de gav naavêjin. Eger pêwist be, ev şer dê 50 salî, 500 salî dewam bike. Em, dev ji van mafên xwe bernadin. Tu zimanê min qedexe dikî, gel nikare zarokên xwe bi zimanê xwe, bi kultura xwe perwerde bike. Em nikarin zarokên xwe bi zimanê xwe bi kultura xwe mezin bikin. Ev zordestiyeke mezin e û nayê qebûlkirin. Bi hezaran şehîd çêbûne. Hemû ji bo mafên kolektîf bû ne ji bo mafên kesayetî.”

‘EGER CIVAK HEBE MAFÊN KOLEKTÎF JÎ HENE’
Ocalan, diyar kir ku civak ji kesan pêk tê û wiha got: “Eger civak nebe, wateya kesayetiyan jî nîn e. Eger civaka mirovan hebe, wateya mirovan heye. Eger civak hebe, mafên kollektîfî jî hene. Ji bo civakan, mafên kesayetî çênabin û nayên axaftin. Ji bo civakan, mafên kollektîvizmê çêdibin. Civak bê kes, kes jî bê civak çênabe. Hebûna civakan ya xwezahî kollektîvîzm e. Min di parêznameyên xwe de behsa vê mijarê kiriye. Min, biwêja Civakên Xwezahî bi kar anîbû û wiha dabû naskirin. Kollektîvîzm, bingeha civakên xwezahî ye.”

Modela yekitiyê KCK ye
Ocalan, diyar kir ku pêşniyara wî ya çareseriyê sîstema KCK’ê ye û wiha got: “Di sîstema KCK'ê de, dewlet weke heye dimîne. Pirsgirêka KCK’ê bi dewlet û unîteriyê re nîn e. Di nava sinorên îro de demokratîkbûna Tirkiyeyê û yekitiya hevkariya konfederalîzma hevreyî dixwaze. Di sîstema KCK’ê de, Konfederala Demokratîk a hevreyî ya Anatolya û Mezopotamyayê heye. Lê dewletê KCK wek sûc dît. Li dijî KCK’ê operasyon dan destpêkirin. Eger dewlet KCK’ê sûc bibîne, ji Ewropa, Qendîl û Mexmûrê kes venagerin.

ARMANCA AKP’Ê TASFIYE YE
Ocalan, diyar kir ku armanca desthilatdariya AKP’ê, hêza demokratîk ya gelê kurd ku di zemîna demokratîk de hatiye erêkirin tasfiye bike û hêza wan bike bin erka xwe û wiha got: “Hevkar û aktorên destek didina dewleta Tirkiyeyê jî Îngilistan, Amerîka, Yekitiya Ewropayê û Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye.” Ocalan, got ku li Tirkiyeyê her kes dibêje pirsgirêka kurd heye, AKP jî dibêje pirsgirêka kurd heye û madem ku pirsgirêka kurd heye, çima hûn pirsgirêkê çareser nakin?

MISILMANTIYA AKP’Ê YA MUAVIYE YE
Ocalan, li ser xebatên ola îsalmî jî rawestiya û wiha got: “Îslamcîtiya AKP’ê ya Muaviye ye. Ev hişmendî li dijî îslamiyetê ye. Ev îslamiyeta Muaviye misilmantiya AKP’ê jî ne islamiyeta rast e. Ev temsiliya misilmantiyê nakin, bi kar tînin. Wek tê zanîn Muaviye kurê Ebu Sufyan e. Heya ku cenabê Muhammed nehate Mekkeyê, yek ji wan ne misilman bû. Piştre jî îslamiyet kirin rewşeke xirab. Pêşî Hz. Elî, piştre, yanî di dema kurê Ebu Sufyan, Muaviye de, Hz. Huseyin li Kerbelayê kuştin.”

CIYÊ ÇARESERIYÊ PARLAMENTO YE
Ocalan, got ku ew pêşniyara xwe ya ji bo Tirkiyeyê Komîsyona Edaletê û Heqîqetê dubare dike û wiha got: “Dibe ku di bin sîwana parlamentoyê de, Komsiyona Lêpirsîna Rastî û Edaletê were damezrandin. Eger ev komsiyon were damezrandin, zordestî li holê namîne. Parlamento zemîna çareseriyê ye. Komîsyon bila li her kesî guhdarî bike. Piştî guhdariya her kesî, ew ê rastiyê derxin meydanê. Eger rastî derkeve meydanê, pirsgirêk jî namîne. Dilê çareseriyê Parlamento ye.”

GRÛBÊN NÎV OTONOM HENE
Ocalan ji bo PKK’ê jî wiha got: “Di nava PKK’ê de grûbên serbixwe hene. Ev grûbên otonom 24 saetan li serê çiyan in û di bin wan hoy û mercan de dijîn. Di nava PKK’ê de, grûbên nîv otonom hene. Ev grûb, li gorî hoy mercên xwe bi cih dibin û hereket dkin. Biryarên xwe jî ew didin û xwe diparêzin jî. Lewra, ev grûb nikarin ji Murat Karayilan talîmatan bistînin. Hoy û mercên wan destûrê nadin. Min talîmat nedaye PKK’ê, nadim jî, ew însiyatîfa wan e. Ez nabêjim kesî, vî karî ji bo min bikin.”

‘HIN HÊZ NAXWAZIN ÇARESER BIBE’ 
Ocalan, der barê muxatabiyê de jî wiha got: “Derdê min ê muxatabgirtinê nîn e. Daxwaza min çareseriya pirsgirêkê ye. Tewra min a li vir dewlet jî, desthilatdariya AKP’ê jî ji hezaran derdî xelas kirine. Lê ew dest naavêjin pirsgirêkê. Durû hereket dikin. Beşekî di nava AKP’ê de, MHP û CHP’ê naxwazin pirsgirêk çareser bibe. Dixwazin ku neteweparêziya tirkîtiyê pêş bixin. Ev neteweparêzî, bûye çavkaniya neteweparêziya Hîtler. Netewparêziya Hîtler ji vê çavkaniyê sûd girtiye.” ANF

No comments:

Post a Comment