Thursday, December 24, 2009

Lîsteya Goran girtina DTP'ê bi tundî şermezar kir

Lîsteya Goran girtina DTP'ê bi tundî şermezar kir
Parlementer û şaredarên DTP'a hatî girtin bi rayedarên Lîsteya Guran ya di bin Serokatiya Noşîrvan Mistefa de hatine cem hev. Perlemanterên Lîsteya Goran girtina DTP'ê bi tundî şermezar kirin û piştgirî dan DTP'yiyan.

Serdanên heyeta ji şaredar û parlementerên DTP'a hatî girtin berdewam dike. Heyet li Hotela Çarçira ya Hewlêra Herêma Kurdistana Federal pêk hat. Di hevdîtina parlementerên Lîsteya Goran a di bin Serokatiya Noşîrvan Mistefa de Peyman Abdûlkerîn, Ednan Osman û Kardo Mihemed re pêk hatî de li ser mijarên siyasî yên di rojê de danûstandina agahiyan pêk hat. Perlemanter Sevahîr Bayndindr li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê rawestiya û derbarê girtina DTP'ê de nirxandin kirin. Perlemanterên Lîsteya Goran Adnan Osman girtina DTP'ê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku hem wekî perlemanter û hem jî wekî kurdek erk dikeve sermilê wan ku piştgîriya DTP'ê bikin. Osman ji BDP'ê re jî serkeftin xwest.

'Girtina DTP'ê girtina rêyên çareseriyê ye'

Her wiha Perlemantera Lîsteya Goran Kardo Mihemed jî da zanîn ku ew rol û xebata DTP'ê nêzîk ve dişopîne û wiha got: "Rola ku DTP'ê lîstî gelek girîn û bi nirx e." Perlemanter Peyman Abdûlkerîn jî girtina DTP'ê wekî girtina rêyên li pêşiya pêngavên çareseriyê nirxand.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment