Wednesday, December 23, 2009

Li Êlih û Nisêbînê avahiyên BDP'ê bi girseyî hatin vekirin

Li Êlih û Nisêbînê avahiyên BDP'ê bi girseyî hatin vekirin
Avahiyen Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), li Êlih û Navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn bi beşdariya hezaran kesî û coşek mezin hatin vekirin. Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şafî Ekîncî, di vekirina avahiya BDP'ê ya Êlihê de xwest ji bo êdî bes xwîn birje, divê makezagona sala 1982'an bê guhertin û makezagonek demokratîk û sivîl bê amadekirin. 

Avahiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê, bi beşdariya hezaran kesî ve vebû. Di vekirinê de bi hezaran kes li hev kom bûn û jinan bi cilên xwe yên neteweyî reng da derdorê Di vekirinê de rengên kesk, sor û zer hatin bilind kirin û li ber def û zurneyê govend hate girêdan. Endamên Komên Çareseriya Aştî û Demokratîk Mehmet Şerîf Gençdal, Mustafa Ayhan, Nurettîn Turgut, Zehra Tunç, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şafî Ekîncî, Endamên MYK'ê Alî Şîmşek, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, endam û rêveberên BDP'ê, endam û rêveberên DTP'ê ya hatin girtin û jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Mehmet Şafî Ekîncî, di vekirinê de axaftinek kir û xwest berî her tiştî xwîn bes birje. Ekîncî, da zanîn ku bo xwîn bi dawî bibe divê berî her tiştî makezagon bê guhertin û dawî li operasyonan bê." 
Piştî axaftinan, bi hezaran kesî bi dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan", "Vîna me ya siyasî nayê astengkirin", "Êrîş me bêzar nakin" berz kirin û piştre avahiya BDP'ê ya bajêr vekirin. Di vekirinê de polîsan û hêzên çevîk li derdora avahiyê tedbîrên berfireh girtin. 

Li Nisêbînê jî avahiya BDP'ê bi coşek mezin vebû

Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn jî avahiya Rêxistina BDP'ê ji aliyê hezaran kesî ve vebû. Di vekirinê de li gel rêveberên DTP'a hate girtin, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdîn Îsa Durç û di navde nêzî 2 hezar kes amade bûn. Beriya vekirinê girseyê govend gerand û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocolan hatin vekirin. Di vekirinê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" "Ocalan Ocalan" berz kirin. Piştî axaftinên hatin kirin avahiya BDP'ê bi çepik û tilîliyan hat vekirin. 

Di vekirinê de li derdora avahiyê polîsan tedbirên fireh girt.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment