Sunday, December 27, 2009

Bêdeng nemînin


27/12/2009

Di 4’ê kanûnê di pevçûna Cûdiyê de 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Lê li hemberî cenazeyên her du gerîlayan pêkanînên nemirovîn pêk hatine. HPG’ê der barê pêkanîna nemirovîn de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku divê kes li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne.
Di 8’ê kanûnê de li navçeya Reşadiyeya Tokatê 7 leşker ji hêla gerîlayan ve hatin kuştin. 3 roj beriya pevçûnê dîmenên pêkanînên nemirovîn hatin weşandin. Li herêma Pikera gundê Remo ya herêma çiyayê Cûdiyê 4’ê kanûnê pevçûnek pêk hat û gerîlayên bi navê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) û Yakup Dellayîmîlan (Harun Bêtirs) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên her du gerîlayan ji hêla leşkeran ve li erdê hatin kaşkirin û pihîn lê xistin. Ev pêkanîn bi dîmenan hate tespîtkirin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku kesên ku kuştina leşkeran wekî qetlîam dinirxîne, li hemberî îşkenceyên ku li cenazeyên gerîlayan tê kirin bêdeng dimînin û daxuyanî wiha dom kir: “Heta niha gelek caran dîmenên wehşetê hatin weşandin, lê ji ber hesasiyetên civakê gelek dîmen nehatin weşandin. Herî dawiyê dîmenên wehşetê ketin ser ANF’ê.”
Piştî van dîmenan Navenda Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê tu kes li hemberî wan dîmenan bêdeng nebin û wiha got: “Ji bo demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka kurd di 13’ê nîsanê sala 2009’an de biryara bêçalakbûnê hate dayîn. Ji hêla HPG’ê ve gelek hessasiyet hate nîşandan. Lê ji hêla Arteşa Tirk ve li hemberî gerîlayan operasyonên îmhayê pêk hatin. Şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girankirin. Her dawî jî li hemberî cenazeyên gerîlayên HPG’ê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) û Yakup Dellayîmîlan (Harun Bêtirs) êrîşên hovane pêk hatin. Ev tişt ne mirovatiye. Divê Artêşa Tirk bizane HPG heta dawiyê girêdayî cenazeyên xwe ye. Her wiha bi çalakiya Tokatê tevgera me wekî terorîst îlan dikin. Lê dîmenên ku 3 roj beriya çalakiya Tokatê hatî kişandin nabînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd careke din polîtîkayên tasfiyeyê aşkera kirin û lîstik pûç kir, dê li hemberî wan pêkanînên nemirovîn bêdeng nemîne. BRUKSEL- ANF

54

No comments:

Post a Comment