Sunday, December 27, 2009

Êrîşa li ser xwendekarên kurd her diçe zêdetir dibe

27/12/2009

Êrîşên faşîstan her diçe li ser gelê kurd bilind dibin. Ulkuciyan xwendekarên kurd xistine bin ablukayê û her fersendê êrîşî wan dike. Li Enqereyê 3 xwendekarên kurd ji zanîngehên cuda rastî êrişan ulkuciyan ya bi satoran hatin. Hat zanîn ku xwendekarên kurd bi giranî ji serê xwe birîndar bûne rewşa wan nebaş e li nexweşxaneyê tên dermankirin. Li zanîngeha Afyon Kocatepeyê jî xwendekarên kurd M.A, M.A.A û S.Y rastî êrîşa faşîstan hatin.
Li Enqereyê sê xwendekarên kurd ku li zanîngehên cuda dixwendin rastî êrişan ulkuciyan ya bi satoran hatin. Xwendekarên ku navê wan nayê zanîn gava diketin yurda Cebecî ji aliyê ulkuciyan bi satoran hatin birîndarkirin. Li gor agahiyan xwendekarên bi giranî birîndar bûne li Nexweşxaneya Îbnî Sîna tên dermankirin û talûkeya jiyana wan heye.

ÊRÎŞ BERSIVANDIN
Piştî êrîşê ciwanên kurd bûyerê bihistin û bertek nîşan dan û alozî derket. Hat diyarkirin ku xwendekarên kurd ên li Enqereyê êrişî yurda Cebeciyê kirine.
Nêzî 300 xwendekarên kurd li ber yurda Cebeciyê civiyan û yurd dan ber keviran wesayitên ku li ser rê tê gotin ku ên ulkuciyane hate tahrîpkirin. Bi hatina polîsan bûyer û alozî mezin bû di şerê di nava polîs û xwendekaran de derket de wesayîtên polîsan jî nesîbê xwe girtin. Li gor agahiyan polîsan piştî şer li taxên xwendekarên kurdan xistiye ablukayê.
LI AFYONÊ JÎ ÊRÎŞ
Li zanîngeha Afyon Kocatepeyê xwendekarên kurd M.A, M.A.A û S.Y rastî êrîşa faşîstan hatin.
Li zanîngeha Afyon Kocatepeyê dîsa teşebusek lînçkirina ciwanên kurd pêk hat. Li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Suldandagî xwendekarên kurd M.A, M.A.A û S.Y gava li kafeya zanîngehê rûdinên rastî êrîşa 20 ulkuciyan hatin. Hate diyarkirin ku gava êrîşî xwendekarên kurd kirine dirûşmên nijadperest berz kirine û gotine ‘em we li wir nahewînin’ û gef li wan kirine. Kesên rastî êrîşê hatine rapor standine û dê gilî bikin. ENQERE-AFYON

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment